Rûsya ne amade ye ku çekdarên DAIŞê yên Rûs werbigre

29-03-2019
Xalid Hisên
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rûsya Çekdar DAIŞ
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Piştî bidawîbûna desthilata leşkerî ya DAIŞê li Sûriyê û desteserkirina bi sedan çekdarên biyanî yên DAIŞê, mijara germ a navbera welatan, wergirtina wan çekdaran e ku niha li cem Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) desteserkirî ne. Dezgeha Asayişa Rûsyayê qebûl nake ku wan Rûsiyan werbigrin ku berê çûbûn nav DAIŞê.

 

Ji bilî Rûsyayê, welatên din jî amade nîn in ku çekdarên DAIŞê werbigrin. Lê Amerîka li ser wê yekê rijd e ku çekdarên desteserkirî radestî welatên wan werin kirin.

 

Lêkolerê li Navenda Lêkolînên Welatên Îslamî û Erebî, Baris Dolgov dibêje: “Em zarok û ciwanan werdigrin û pêwîstiyên wan ji bo wan dabîn dikin, lê kesên ku bi çekdarên DAIŞê, xizmên wan û jinên wan re peywendiyên wan hene, ev mijar li ser asta yasayan dê were yekalîkirin, wê demê dê biryar were dayîn ku ka kî dikare vegere.”

 

Welatên ku berê di nav Yekîtiya Sovyetê de bûn, 12 hezar hemwelatiyên wan di nav DAIŞê de bûn, di navbera wan de li ser vê mijarê nêrînên cuda hene.

 

Nûnerê Encûmena Qazaxistanê yê ji bo Karûbarên Navdewletî Yerlan Karîn dibêje: “Nêrîneke yekgirtî tine ye di navbera welatan de, heta gotûbêjeke axaftinê jî li ser vê mijarê tine ye. Dengên cuda li ser vê mijarê têne bihîstin, hinek wisa bawer in ku divê dadgeha navdewletî bikeve nav mijarê, eger dadgeha navdewletî yekalî bike, divê were zanîn ku bi çi şêwaz û pîvanek dibe, piştre ew çekdar li kuderê werin danîn.”

 

Li Rûsyayê piraniya nêrînan li ser wê yekê rijd in ku nabe hemû wan kesên ku çûne nav DAIŞê bi yek çav li wan were nêrîn û weke yek bi wan re serederî were kirin.

 

Mayîna çekdarên paşmahiyên DAIŞê li zindanên Iraq û Sûriyê li gor nêrîna çavdêrên siyasî qeyraneke din a miroviyê dê derxe holê ku ew dê li ser wan welatan bibe bar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst