FACEBOOK hemû naverokên bêhna piştgiriya PKKê jê tê sansûr dike

29-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Gellek caran dijberên hikûmeta Tirkiyê û alîgirên PKKê nerazîbûna xwe li hemberî Facebookê diyar dikin ku ew şîrket bûye alêtekî sansûrê û li şûna saziya çavdêriya çapemeniyê ya Tirkiyê RTUKê, Facebook bi xwe nivîs û wêneyên ne bi dilê hikûmeta Tirkiyê sansûr dibe.

 

Çi di ve îdiayê û gazncê de heye? Dibe ku belgeyeke navxweyî ya Facobookê bersiva vê pirsê bide.  

 

Çalakvanê çepgir û blogvanê alman Kerem Schamberger, ku çendin caran serdana Kurdistanê kiriye û derbarê Kurdan de nivîsan belav dike, di bloga xwe de diyar dike ku gellek caran nivîs û wêneyên derbarê Kurdan de ku wî belav dikirin, ji aliyê Facebookê ve dihatin jêbirin.

 

Li ser vê yekê, Schambergerê ku “Zanistên Komûnîkasyonê“ li zanîngeha Munchenê dixwîne, dest bi lêkolînê kir û rastî belgeyekê hatiye ku karmendekî berê yê Facobookê yê bi eslê xwe ji Marokoyê bi navê “Derkaoui“ belav kiriye. Belgeya ku weke “rêziknameya navxweyî“ ji bo perwerdekirina karmendên Facebookê yên ji jêbirin û sansûrê berpirsyar dihat bikaranîn, hinek fermanên balkêş derbarê Tirkiyê û Kurdan de di nava xwe de dihewîne:

 

Di rûpela 4 ya rêziknameye bi navê “Abuse Standards“ bi şêwazê xwe yê 6.2, ku divê tenê ji bo perwerdeya navxweyî bê bikaranîn, ew naverok tên rêzkirin, ku divê bên jêbirin.

 

Bi giringiya sereke (“escalated“) fermana jêbirina van naverokan bo karmendan tê dayîn:

 

1) Înkarkerên Jenosîda Cihûyan yên bi fokûsa axaftinên tûjker

2) Hemû êrişên li hemberî Ataturk (dîtbarî û nivîs)

3) Nexşeyên Kurdistanê (Tirkiye)

4) Alên tirk yên ku dişewitin

 

Di rêziknameyê de tê daxwazkirin ku “ev naverok hemû divê yekser bên jêbirin“.

 

Bi giringî (“confirmed“) divê bal li ser jêbirina van naverokan jî be:

 

- Hemû naverokên ku bêhna piştgiriya PKKê jê tê; alên Kurdistanê jê nebin.

- Naverokên ku “Apo“, ango Abdulah Ocalan nîşan didin, an piştgiriya wî dikin. Têbînî: Jênebin, eger naverok misoger li dijî PKKê û/an Ocalan bin.

 

Blogvanê alman li ser zarê çalakvanê marokî “Derkaoui“, ku rêziknameya Facebookê piştî ku dest ji kar berdaye eşkere kiriye, diyar dike ku piştî ezmûneke nivîskî û înterviewekê ji bo şîrketa “oDesk“, wî dest bi kar kiriye. Ew herwiha diyar dike ku “oDesk“ ew şîrket e ku karê jêbirin û sansûrê ji bo Facebookê dike û paşê “oDesk“ navê xwe guhertiye û kiriye “Upwork“. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst