Li Sûdana Başûr balafir ket: 18 mirî

29-01-2025
Nîşan Sûdana Başûr Qeza Balafir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Unityê ya Sûdana Başûr balafireke ku 21 rêwî û xebatkar tê de bûn ket û 18 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku Radyoya Mirayayê ya Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Başûrê Sûdanê (UNMISS) dane, balafir ji qada petrolê ya li bakurê eyaletê rabû û pişt re ket.

Di nûçeyê de ti agahiyên din nehatin dayîn û Wezîrê Ragihandinê Michael Makuei jî bersiv neda pirsan.

Salên dawî li Sûdana Başûr gelek qezayên balafiran çêbûne.

Îlona 2018an balafireke biçûk ku ji Jubaya paytext ber bi bajarê Yirolê ve diçû ketibû û herî kêm 19 kes miribûn.

Sala 2015an jî balafireke bar a Rûsyayê ku rêwî tê de hebûn piştî ku ji Balafirgeha Jubayê firiyabû ketibû û bi dehan kes miribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst