Biden û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî civiyan: Dê çawa bersivê bidin êrişa li Urdunê?

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Joe Biden Amrîka Urdun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî (NCS) li ser 'bersivê ku dê bidin êrişa li Urdunê' civiyan.

Doh di encama êrişeke dronî ya li baregeha Amerîkayê ya li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest da û 25 jî birîndar bûn.

Koşka Spî li ser civîna Biden û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî (NCS) daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di civînê de geşedanên derbarê êrişa li ser baregeha Amerîkayê ya bi navê Birc 22 (Tower 22) ya li ser sînorê Sûriye û Urdunê ku di encamê de 3 leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin, bi berfirehî hatine gotûbêjkirin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan, Wezîrê Parastinê Lloyd Austin, Dîrektora Îstixbarata Neteweyî Avril Haines û rayedarên din û Koordînatorê Rojhilata Navîn ê NSCyê Brett McGurk beşdarî civînê bûn.

Li aliyê din Kordînatorê Peywendiyên Stratejîk ên Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşk Spî John Kirby di daxuyaniya xwe ya ji bo medyaya Amerîkayê de ragihand, wan hemû bijarde pêşkêşî Biden kirine û Serokê Amerîkayê dê biryarê bide ka dê çawa bersiva êrişê bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst