BRÎTANYA - Nedîm Zehawî ji kar hat dûrxistin

29-01-2023
RÛDAW
Nîşan Nedîm Zehawî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak Serokê Partiya Muhafazakar Nedîm Zehawî bi sedema ku di karên xwe yên bacê de “Qanûna Wezîran binpê kiriye” ji kar dûrxist.

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak ragihandibû wî ferman daye ku diayên Nedîm Zehawî yên ku hewl daye gendeliya bacê bike ji aliyê şêwirmendekî exlaqî yê serbixwe ve were lêkolînkirin. Lê Sunak herwiha eşkere kiribû ku Zehawî heta encamdana lêkolînan dê li ser postê bimîne.

Hefteya borî eşkere bû ku berpirsê payebilind ê Partiya Muhafazakar û Wezîrê Darayî yê berê Nedîm Zehawî ku bi hinceta rapornekirina hinek dahata xwe hatibû tohmetbarkirin, sala borî li xeletiya xwe mikur hat û cezayê pere jî dabû dezgeha bacê.

Opozisyonê got ku Zehawî di bin van şert û mercan de nikare erka xwe bidomîne û dixwest ku ew îstifa bike.

Piştî ku hat eşkerekirin ku Zehawî ji bo çareserkirina dosyayê li gel daîreya bacê, gelek pere daye Rêveberiya Dahat û Gumrikê ya Brîtanyayê, lêpirsîn derbarê wî de hatiye destpêkirin û di parlamentoyê de lêpirsîneke berfireh lê hatiye kirin.

Hat ragihandin ku Sunak di nameya ku îro şandiye de Zehawî ji kar dûrxistiye.

Serokwezîrê Brîtanya Sunak ev demek bû ji bo Zehawî ji kar dûr bixe di bin zextê de bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst