Li Parîsê dijî desteserkirina welatiyên Ewropayê ji aliyê Îranê ve xwepêşandan hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Kesûkarên hejmarek zîndaniyên Fransî û Ewropî ku ji aliyê Îranê ve hatine girtin li Parîsa paytexta Fransayê xwepêşandanê kirin. Ew daxwazê ji hikûmeta Îranê dikin ku zarokên wan azad bikin.

Li gorî Wezareta Derve ya Fransayê, niha 7 welatiyên Fransî di destê Îranê de ne. Ew di nav bi dehan hemwelatiyên biyanî de ne ku çalakvanên ku dibêjin Îran di stratejiya rehîngirtinê de girtiye da ku destûr ji rojava werbigire.

Xwişka yek ji desteserkiriyan Blandine Briere got “Em bihêrs, xemxwer û westiyayî ne. Gelek hestên me yên bihêz û cuda hene, lê nabe paşde vegerin, divê bi pêş de biçin û xebatê bikin. Divê piştgiriya wan bikin û hêzê bidin wan daku bi tendirûstiyeke baş vegerin.”

Li gor hikûmeta Fransayê, heft welatiyên Fransî ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatine desteserkirin û tendirûstiya hinek ji wan desteserkiriyan be baş e.

Bavê yek di desteserkiriyan Jean-Michel Arnaud dibêje “Ti peywendiyeke me ligel nîne, du meh e ti peywendiyeke me ligel nebûye, çar meh e hatiye desteserkirin, di wê demê de tenê du caran em bi telefonê ligel axifî ne. Her car nêzîka mehekê di navberê de hebû, vê jî em xembar kirin bo wêya em ligel biaxifin, bi taybetî wê dema di jêr çavdêriyê de bû û nedikarî vekirî behsa rewşa xwe bike.”

Xwepêşander daxwaz dikin ku hikûmeta Fransayê gotûbêjên ligel Îranê rawestîne heta girtî tên azadkirin.

Endamê Komeleya Îraniyan Li Fransayê Javad Djavahery ragihand “Ew fêr bûne pirsa rehîneyan wek karta guşarê bikar bînin û danûstandinê pê bikin. Divê em wê diyardeyê rabigrin û dawiyê li wê lojîkê bînin. Ew lojîka Komara Îslamî jê fam dike, lojîka hêzê ye. Divê em fermanê bidin ku Fransiyên desteserkirî azad bikin neku daxwazê bikin.”

Meha borî, berpirsên Îranê eşkere kirin ku di dema çend meh xwepêşandanên Îranê de 40 welatiyên biyanî desteser kirine, qaşo beşdarî xwepêşandanan bûne û bûne sedema nearamiyê li nav Îranê.