Daxwaza penaberiyê ya welatiyên Tirkiyê bo Ewropayê rekoreke nû tomar kir

29-01-2023
RÛDAW
Nîşan Penaber Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Komîsyona Ewropayê, di sala 2022an de hejmara welatiyên Tirkiyê yên ku daxwaza mafê penaberiyê ji welatên Ewropayê kirine gihiştiye rekoreke nû û Tirkiye di rêzbenda welatên ku herî zêde daxwaza penaberiyê kirine de sêyemîn e û tenê di Mijdara 2022an de 8 hezar û 342 welatiyan daxwaza mafê penaberiyê kirine.

Komîsyona Ewropayê ragihand ku bi giştî sala 2022an hejmara welatiyên daxwaza penaberiyê ji welatên Ewropayê kirine gehîştiya 924 hezar kesan û ev jî rekoreke nû ye û piştî sala 2016an asta herî bilind e. Piştî vê rekorê Tirkiye di rêzbenda welatên herî zêde daxwaza penaberiyê ji welatên Ewropayê kirine de bûye sêyemîn ku di rêza yekê de Sûriye û duyemîn de jî Afxanistan heye. Di vê rêzbendiyê de welatên wek Iraq, Îran, Somali, Gurcistan û Moldova piştî Tirkiyê tên.

Berpirsa Karûbarê Navxwe ya Komîsyona Ewropayê Ylva Jihansson dibêje, “Sê qat zêdeyî hatina bi qaçax em serlêdanên daxwaza penaberiyê werdigrin û qebûlkirina van daxwazan welatan rûbirûyê zehmetiyan dike. Piraniya kesên daxwaza penaberiyê dikin pêwîstiya wan bi parastineke navdewletî nîne.”

Li gor amarên Ajansa Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUAA) tenê di Mijdara 2022an de bo welatên Yekîtiya Ewropayê, Norwec û Swîsreyê 105 hezar û 970 daxwazên penaberiyê çêbûne. Ji wan 17 hezar û 739 welatiyên Sûriyê ne, 14 hezar û 877 welatiyên Afxanistanê û 8 hezar û 342 jî welatiyên Tirkiyê ne. Li gor daxuyaniya Ajansê 4 milyon kesên ku ji Ukraynayê koç kirine di nav amaran de cih nagrin. Ukraynî di çarçoveya Rêziknameya Parastina Demkî de tên nirxandin.

Li gor encamên lêkolîna saziyên sivîl ên civakî piraniya kesên serlêdan kirine ciwan in û wek sedem jî zordariya siyasî û rewşa xirab a aborî hatiye nîşandan. Kesên daxwaza penaberiyê kirine gotine ji ber li Tirkiyê ti hêviyeke wan nemaye dixwazin biçin welatekî din.

Li gor amarên fermî di 10 mehên sala 2022an de hejmara welatiyên ku daxwaza penaberiyê kirine 15 hezar û 957 kes bû û ji wan 12 hezar û 699 kesan diyar kirine ku Kurd in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst