Nûnerê Putin: Kurd ji bo kongreya Soçî hatine vexwandin

29-01-2018
RÛDAW
Nîşan Rûsya Putin Kurd Kongreya Soçî
A+ A-

Soçî (Rûdaw) – Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriyê sibê li bajarê Soçî yê Rûsyayê dest pê dike û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Bo Karûbarên Sûriyê Alexander Lavrentiev jî dibêje, li ser astê grûp û kesatî Kurd ji bo kongreyê hatine vexwandin.

 

Alexander Lavrentiev di hevpeyvînekê de ji Ajansa Nûçeyên Vîdeoyî ya Ruptly re ragihand: “Vexwandin (ji bo beşdarbûna di kongreya Soçî de) tenê li ser esasê netewî, ayînî û hoz nehatine şandin, lê belê ji bo kesatiyan jî hatine şandin.”

 

Lavrentiev herwiha behsa beşdarbûna kurdan di kongreya Soçî de dike û dibêje, Kurd him li ser astê grûp û him jî li ser astê kesatî ji bo kongreyê hatine vexwandin.

 

Nûnrê Serokê Rûsya Bo Karûbarên Sûriyê herwiha destnîşan dike: “Ev yek girêdayî nûnerên Kurdan e jî, çimku mijareke giring e û gelek kes jî nîgeran in ji wê yekê ku gelo Kurd di kongreyê de beşdar dibin an na. Min baweriyeke temam heye ku Kurd dê di kongreyê de xuya bin.”

 

Rûsya mêvandariya Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriyê dike, ku biryare ji sibê ve li bajarê Soçî yê wî welatî were lidarxistin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Rûsya, Xalid Husên ku ji bo şopandona Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriyê li bajarê Soçiyê ye, dibêje, “rewşa kongreyê ber bi sistbûn û sariyê ve diçe, ji ber ku kantonên Rojavayê Kurdistanê, dijbereya navxwe ya Sûriyê bi serokatiya Hesen Ebdulezîm, dijbereya nêzîk li Erebistana Siûdiyê û hejmarek ji kesatiyên Kurdên Êzidî ku li Rûsya nîştecih in, beşdarî di kongreya Soçî de nakin, ku ew yek jî bi dilê Rûsyayê nîne.”

 

Herwiha Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî ragihandiye, ji ber ku Rûsya daxwazên wan cîbicî nekiriye û vexwandina fermî li ser navê ENKSê neşandiye, beşdarî di kongreya Soçî de nake.

 

Rûsya weke amadekariya lidarxistina kongreya Soçiyê, vexwandin ji 1 hezar û 600 kesan re şandiye, lê belê tê pêşbînîkirin ku 350 kes beşdar bin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst