Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Surîyê li Soçî tê saz kirin

Soçî (Rûdaw) – Amadekariyên sazkirina Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li bajarê Soçî berdewam in û biryar e roja Sêşembê (30.01.2018) civîn dest pê bikin.


Biryar bû 29-30ê vê mehê civînên Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li Soçiyî dest pê bikin, lê îro tenê amadekarî bo hatina şandan tê kirin û roja Sêşembê civîn dest pê dikin.


Derbarê mijarê de Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Kamîz Şedadî ragihand ku biryar e îro (29.01.2018) hemû beşdarvan û nûnerên medyayê bigihin bajarê Soçî û roja Sêşembê (30.01.2018) civîn dest pê dikin.


Yek ji mijarên herî serekî amadenebûna Kantonên Rojavayê Kurdistanê û Opozîsyona Navxwe ya Sûriyê ya nêzîkê Erebistana Siudiyê ye, ku ji ber êrîşên ser Efrînê û krîza Sûriyê beşdar nabin.


Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)jî ragihandibû ku ji bo beşdarbûna Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê ku biryar e li Soçî were saz kirin, vexwandina fermî ji wan re nahatiye şandin û ji ber wê yekê ew beşdar nabin.