VÎDEO - Tankera sotemeniyê teqiya: 40 kes mirin

28-12-2023
RÛDAW
Nîşan Lîberya Teqîn Tankera Sotemeniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li welatê Lîberyayê yê li rojavayê Efrîkayê di encama teqîna tankera ku sotemenî lê barkirî bû de hejmara miriyan derket 40î.

Rêveberê Rêveberiya Tenduristiya Giştî ya Lîberyayê Dr. Francis Kateh di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di teqîna tankerê de hejmara miriyan zêde bûye.

Francis Kateh diyar kir ku li herêma Bongê tankera sotemeniyê ji rê derket û qelibî û piştî demekê teqiya.

Piştî teqînê agir bi kesên ku li derdora tankerê civiyabûn ket.

Di teqînê de zarok û jin jî di nav de gelek kes jî birîndar bûn.

Kateh anî ziman ku rewşa hinek birîndaran giran e û diyar kir ku xebatkarên tenduristiyê li malan digerin û hewl didin birîndaran derman bikin.

Di dîmenên ku li ser torên civakî hatin weşandin de tê dîtin ku piştî teqînê panîkeke mezin çêbûye û li ser canên hin kesan şopên şewatê yên giran hene.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokkomariya Lîberyayê, Serokkomar George Manneh Weah ragihand ku ji bo bîranîna 40 kesên ku mirine 3 rojan şîna neteweyî hatiye ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst