Êrişa li Nîjeryayê: Hejmara kuştiyan bû 200, bi sedan birîndar û winda hene

28-12-2023
Nîşan Nîjerya Êriş Kuştî Boko Haram ISWAP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Nîjeryayê hejmara kuştiyên êrişên grûpên çekdar her ku diçe zêdetir dibe.

Grûpên çekdar 25ê mehê li eyaleta Plateauyê ya Nîjeryayê êrişî çend gundan kiribû.

Serokê Herêma Bokkosê Monday Kesah da zanîn ku hejmara kuştiyan derket 200î û pê de çû:

“Êrişan li eyaleta Plateauyê dest pê kir, eger heye hejmar zêde bibe çimkî gelek winda hene.

500 kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî koçber bûne.

Grûpên çekdar êrişî 17 gundan kiriye û gelek xanî dane ber êgir.”

"Ev êrişên hovane ne"

Parêzgarê Plateauyê Caleb Mutfwang li ser êrişan got, “Me Noeleke bixwîn derbas kir. Gundên ku piraniya şêniyên wan Mesîhî ne rastî êrişan hatine. Ev êrişên hovane ne.”

Serokê Dewletê yê Nîjeryayê Bola Ehmed Tinubu piştî êrişê ferman dabû da ku “aliyên pêwendîdar demildest tawanbaran bigirin.”

Nîjeryaya ku derdora 210 milyon kesî lê dijîn, malxweyiya gelek dîn û neteweyên cuda dike û welatê herî qerebalix ê Afrîkayê ye.

Rêjeyên hinek neteweyên li Nîjeryayê dijîn wiha ne:

Hausa: Ji sedî 30

Yoruba: Ji sedî 15,5

Îgbo: Ji sedî 15,2

Fulanî: Ji sedî 6

Tîv: Ji sedî 2,4

Herwiha ji sedî 49,3yê xelkê Nîjeryayê Mesîhî ye, ji sedî 48,8ê xelkê wê jî Misilman e.

Ev welatê ku ji gelek dîn û neteweyan pêk tê demên dawiyê rastî gelek êrişên grûpên çekdar tê.

Bokom Haram û şaxa DAIŞê ya Afrîkayê ISWAP jî gelek caran li Nîjeryayê êrişî xelkê sivîl dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst