Almanya dê piştî serê salê beşek ji penaberên Sûriyê vegerîne
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehofer ragihand ku ew dê ji serê sala nû û pê ve dest bi dîportkirina hinek hemwelatiyên Sûriyê bikin.
Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehofer diyar kir ku ew li gel Serokê Rêveberiya Koç û Koçberiyê li hev hatine ku ji 1ê Çileyê sala 2021ê ve, bi hûrgilî li ser hinek dosyayan kar bikin û rê li ber dîportkirinê vekin.
Li gora Seehofer, hinek dosya hene ku rê didin xwediyên wan werin dîportkirin, lê ew dizane ku ev rêya dane ber xwe rêyeke dirêj û bi asteng e.
Wezîrê Navxwe yê Almanya dibêje divê hinek kes werin dîportkirin, eger nekin dê gelek kes bêyî tirsa dîportbûnê ji diziyê bigre heta kuştina kesan jî bikin û cihê vê jî di dewleteke dadwerî weke Almanya de nîne.
Seehofer dibêje, kesên ku tawanên giran kiribin û destûra wî welatî binpê kiribin, divê ji wî welatî derkevin.
Ji meha Çileya 2020an heta Mijdara 2020an li Almanyayê 93 hezar û 710 kesan daxwaza mafê penaberiyê kirine. Dema mirov van amaran dide ber amarên sala 2019an, hejmara penaxwazan ji sedî 30 daketiye.