Li Pakistanê keçên ne Misilman direvînin û bi zorê wan li kesên kal mar dikin

28-12-2020
Loloxan
Li Pakistanê keçan ne Misilman direvînin û bi zorê wan dikin Misilman û piştre bi zorê wan li kesên kal mar dikin.
Li Pakistanê keçan ne Misilman direvînin û bi zorê wan dikin Misilman û piştre bi zorê wan li kesên kal mar dikin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Pakistanê diyardeya zewicandina keçan bi zorê derketiye. Keçên ku piraniya wan Hindûsî ne, tên revandin û wan bi zorê dikin Misilman û piştre jî bi kesên kal re dizewicînin. Çalakvanên mafên mirovan jî dibêjin, guhertina ola keçan û zewicandina wan bi darê zorê piştî belavbûna Coronayê û qedexeya çûnûhatinê di zêdebûnê de ye.

Grûpên mafên mirovan dibêjin, salane bi sedan keç li Pakistanê piştî revandina wan bi zorê, wan dikin Misilman û piştre jî wan li kesên kal mar dikin.

Piraniya wan keçan li ser ola Hindosî ne, lê di van herdû mehên borî de pirs hate guhertin, piştî wê yekê du jinên Mesîhî bi zorê kirine Misilman.

Nîha yek ji wan keçên Mesîhî ye ku cara dawî çavê wê bi kenîseyê ketibû berî salekê bû.

Ev keç di temenê 14 salî de ji aliyê amojineke xwe ve ku berê bibû Misilamn hatiye xapandin, daku bi birayê wê re bizewice, piştre wê dide tiyê xwe û ji dadwer re jî gotiye temenê wê 19 sal e.

Nîha dibêje: “Bi zorê ez û birayê min ê biçûk revandin, di odeyekê de derî li me girtin, piştre kesek hat û destdirêjî li min kir. Dema min kir hawar li min û birayê min da. Roja piştre hatin û gotin me tu li dadgehê li kesekî mar kiriye, gef li min xwarin ku eger li gel wan neçim dê xerabiyê bi serê min de bînin, gotin em dê birayê te ji avahiyeke heft qatî bavêjin xwarê.”

Çalakvanên mafên mirov dibêjin, Nîha mînaka bi sedan jinên Pakistanî ye ku bi zorê hatine zewicandin û ola wan guhertine, niha ew xwedî siberojeke nediyar in.

Sîma Mehşewarî, Çalakvana mafên mirovan li Pakistanê derbarê mijarê de dibêje: “Divê em vê derfetê bidest bînin û zanyariyan kom bikin, jiber zêde belavwelave. Em pêşbînî dikin ku hezar keç û jin îsal bizorê ola wan hatibe guhertin.”

Aerzû Raca keçeke din a temen 13 salî bû ku li naverasata bajarê Keraçî li pêş mala xwe hate revandin û polîs derbarê wê de hate agahdarkirin.

Piştî du rojan polîs eşkere kir ku Arezû bûye Misilamn û bo cîranê xwe hatiye dan ku temenê wî 40 sal e.

Ev mamostayê olî ku ev keça temen 19 salî li kesekî mar kiriye, li ser 3 dosyeyên markirinê yên neyasayî hate girtin.

Mela Keyfettullah dibêje, ew tenê keçên 18 salî û serrût dizewicîne, lê dibêje di Îslamê de zewicandina keçên di temenê 14 û 15 salan de asayî ye.

Mela Keyfettullah wiha dibêje: “Li jêr Şerîeta Îslamê markirin di temenê 14 û 15ê de asayî ye, ji ber ev erkekî olî ye ku dayik û bavên wan cîbicî dikin, dema keç digihê, dayik û bav wan dizewicînin, eger wiha nekin dibe ku rûbirûyî xerabiyê bibin.”

Çalakvan dibêjin, guhertina olê keçan û zewicandina wan bi darê zorê piştî belavbûna Coronayê û qedexeya çûnûhatinê di zêdebûnê de ye.

Bi gotina Çalakvanan, ji ber qutbûna keçan ji dibistanê ew zêdetir derdikevin, û ewên ku li ser tora Internetê jî mameleyê bi keçan re dikin û wan dizewicînin çalaktirin, bi sedên malbatan jî deyndarin û ji neçarî dest ji keçên xwe berdidin.

Kemîne ji sedî 3.6 akinciyên Pakistanê ne, ku piraniya demê dibin armanca revandinê û zordarî û destdirêjiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst