FBI encamderê teqîna Nashville aşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Emnî ya Amerîkî (FBI) wêneyê kesekî bi navê Anthony Quinn Warner belav kir ku tê gotin guman tê kirin ew bi teqîna Nashville rabûye.

Li bajarê Nashville li wîlayeta Tenesse li Amerîkayê sibeha  25ê Kanûnê teqînek çê bû, ku dibû roja bêhnvedana cejnê, berî ku xelk dakevin kolanan.

Berî ku teqîn çêbibe, xelk hatibû hişyarkirin bi tomareke dengî ku ji wê derê dûr bikevin ji ber ku bombeyek dê biteqe.

Dezgehên emnî yên Amerîkayê jî xebatên xwe yên derbarl teqînê û diyarkirina encamderên wê teqînê de berdewam dikin.

Ofîsa Lêpirsîna Federal (FBI) jî wêneyê kesekî bi navê Anthony Quinn Warner belav kir ku tê gotin guman heye encaderê teqînê ew be.

Warner ku temenê wî 63 sal e, bombe xistibû otomobîla xwe û xwe li gel wê teqand. Tê pêşbênîkirin ku ew tenê bi vî karî rabûye.

Li gor berpirsên FBI, piştî pişkinînên DNA li cihê teqînê hatiye zanîn ku Warner bi teqînê rabûye.

Di encama teqînê de 3 kes birîndar bûbûn, herwiha ziyan gihiştibû gelek avahiyên nêzîkî cihê teqînê. Bajarê Nashville wek `Kurdistana Biçûk` tê naskirin.