Li Samosê belemeke koçberan bin av bû: 2 Kurd xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) – Li Deryaya Egeyê belemeke koçberan bin av bû û 2 Kurd xeniqîn.

Nûnerê Penaberên Kurd ên Vegeriyayî Pêşrew Ebdullah ji Rûdawê re ragihand ku 2 penaberên Kurd li Yunanistanê di encama binavbûna belemekê de xeniqîne.

Pêşrew Ebdullah li ser bûyerê got:

“Seet 07:00an li bakurê girava Samosê keştiyeke koçberan binav bû.

Di belemê de 20 rêwî hebûn ku 5 ji wan Kurd bûn, 3 ji wan hatine rizgarkirin lê 2 Kurd mirin.”

Pêşrew Ebdullah da zanîn ku:

“Kesên ku mirine jinek û zarokek in.

Jin ji nahiyeya Sarûçewayê û hevjînê wê jî xelkê Çemçemalê ye.”

Hêzên deryayî yên Yunanistanê jî îro di daxuyaniyekê de ragihand ku 2 jin û 2 zarok ji ber binavbûna belemekê mirin.

Her wiha 16 koçber jî hatine rizgarkirin.

Hêzên Yunanistanê destnîşan kir ku ew nizanin çend kes winda ne lê xebatên lêgerîn didomin.

Roja duşemê jî belemeke din li wê herêmê bin av bûbû û di encamê de 8 koçber xeniqîbûn.