Keya Îzol: Me li dijî Tirkiyeyê dozek vekiriye
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê Foruma Neteweyên Yekbûyî ya Pirsgirêkên Pêkhateyan tê lidarxistin.
Konfederasyona Kurdên Diyasporayê (DIAKURD) beşdarî civînê bû.
Ev gera 17emîn a Foruma Neteweyên Yekbûyî ya Pirsgirêkên Pêkhateyan e ku 2 rojan didome.
Rêxistinên parastina Mafê Êzidiyan, Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê-Cenev, Konfederasyona Kurdên Diyasporayê (DIAKURD) jî beşdarî civînê bûne.
Li ser navê DIAKURDê Endamê Desteya Birêvebiriya DIAKURDê Keya Îzol û Parêzer Hişyar Ozalp jî li salona forumê amade ne.
Endamê Desteya Birêvebiriya Konfederasyona Kurdên Diyasporayê (DIAKURD) Keya Îzol bû mêvanê bultena Rûdawê bersiv da pirsên Hawar Celaledînê.
Endamê Desteya Birêvebiriya Konfederasyona Kurdên Diyasporayê (DIAKURD) Keya Îzol got:
“Neteweyên Yekbûyî her sal civînên bi awayî li dar dixe. Îsal ser navê DIAKURDê ez û Hişyar Ozalp beşdar bûn.
4 beşên vê forumê hene ku yek ji wan behsa pirsgirêkên kêmneteweyan û mafê mirovan dike.
Em dê di wê beşê de biaxivin.”
"Binpêkirin û zordestî didomin"
Keya Îzol li ser mijara ku ew dê bînin ziman da zanîn:
“Axaftina me dê li ser 3 mijaran be ku yek ji wan rewşa heyî ya li çar parçayên Kurdistanê û binpêkariyên maf û azadiyên Kurdan ên ku li wan welatan tên kirin e.
Em dê balê bikişînin ser zordestiyên ku li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê hene.
Em dê behsa Peymana Lozanê bikin ku wekî DIAKURDê me serî lê daye û li dijî Tirkiyeyê dozek vekiriye.
Doz îro hatiye Neteweyên Yekbûyî. Em dê di axaftina xwe de bangî komîteyê û Neteweyên Yekbûyî bikin ku Pirsa Kurd çareseriya xwe ya rasteqîn di qada navneteweyî de bigire.
Ji ber ku dewletên Kurdistan dagir kiriye naxwazin maf û azadiyên Kurdan bidin û binpêkirin û zordestî didomin.”
Di civînê de gelek nûnerên rêxistin û welatan beşdar in. Bi taybetî ji Îran, Iraq, Kurdistanê gelek rêxistin û pêkhate beşdar in.