Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê piştî daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê ya derbarê dayîna balafirên F-35an ji bo Tirkiyeyê got, "Di vê mijarê de polîtîkaya me neguheriye."
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler 26ê Çiriya Paşîn di dema gotûbêjên li ser budceya wezaretê yên li Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser pirsên parlamenteran got:
"6 balafirên me yên F-35 li wê derê ne. Niha Amerîkî derbarê F35an de… helbet dema dîtin ku em dikarin balafira KAAN çêbikin û firiya hinekî nêrînên xwe guherîn. Niha ew jî dibêjin dikarin F-35an bidin."
Guler her wiha gotibû ku ew careke din dixwazin vegerin nav projeya berhemanîna balafirên F-35an û 40 balafiran wergirin.
Dengê Amerîkayê gotinên Yaşar Guler ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê pirsî û wekî bersivê hat ragihandin ku wan tiştekî wiha negotiye.
"Her kes şertên me dizane"
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got, "Ji bo dabînkirina F-35an ji Tirkiyeyê re her kes şertan dizane û polîtîkaya me neguheriye.
Berdewamkirina xebata Tirkiyeyê bi NATOyê re ji bo Amerîkayê di asta krîtîk de girîng e."
Piştî ku Tirkiyeyê ji Rûsyayê sîstema parastina esmanî ya S-400 kiribû, Amerîkayê Tirkiye ji projeya berhemanîna balafirên F-35 ku bi teknolojiyeke bilind hatine çêkirin derxist û 2 balafirên amade jî radestî Tirkiyeyê nekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse