Polîsekî Alman ji ber nîşana 'gurên boz' ji kar hat dûrxistin

28-11-2023
RÛDAW
Nîşan Gurên Boz Polîsê Alman Thuringen Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Thuringenê yê Almanyayê Polîsê Alman, ji ber ku bi esnafê Tirk re bi nîşana “Gurên Boz” wêne girtiye ji kar hat dûrxistin.

Wêneyê polîsê Alman ê bi nîşana “gurên boz" hatiye girtin li Almanyayê bû rojev.

Li gorî nûçeya rojnameya Bildê ya Almanyayê, wêne li bajarokê Arndstadê yê herêma Thuringenê li restorantekê hatiye girtin û roja Înê bi rêya Xê hatiye parvekirin.

Piştî belavbûna wêne, rayedaran ragihand ku wan lêpirsîneke navxweyî daye destpêkirin.

Polîsê Thuringenê roja duşemê ragihand, ji bilî ji kar dûrxistinê, dozên dîsîplînê jî hatine destpêkirin. Berdevkê polîsan got ku ew nikare texmîn bike ka dê jikardûrxistin û pêvajoyên dîsîplînê çiqas bidomin.

Li aliyê din rojnamegerê Alman Tobias Huch di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Xê ji Polîsê Thuringenê pirsî “Çima hevalê we li restoranta donerê ya Suweyda Demîr a li Arndstadê slava gurên boz  (Slavaha Hitler a Neonaziyên Tirk) dide?

Di bin vê nîşanê de, bi deh hezaran kes hatin şkencekirin, û kuştin.

Tê wateya nefreta Kurd, Elewî, Cihû, Xiristiyan, Ermenî, Êzidî, LGBTÎ û hwd.”

Li ser vê yekê Polîsê Thuringenê wiha bersiv da:

Spas ji bo agahdariya we. Me dîmenên eleqedar bi dest xistin û ji bo lêkolîna zêdetir bûyer ji Beşa Lêkolînên Navxwe re şandin.”

Herwiha Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Thuringenê Georg Maier (SPD) jî tevlî bûyerê bû û got ku lêpirsîn berdewam dike.

Lewra di derbarê naveroka lêpirsînê de agahî nehatine parvekirin.

Li gorî amaran, li Almanyayê zêdetirî 12 hezar alîgirên Tevgera Nîjadperestên Tirk (Ulku Ocaklari) hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst