Trump li Lûtkeya G20 li gel Edogan û Putin dicive

28-11-2018
RÛDAW
Nîşan Trump Lûtkeya G20 Erdogan Putin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rawêjkarê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê John Bolton ragihand ku di çarçoveya Lûtkeya G20 de Serokê Amerîkayê ligel çendîn serkirdeyên beşdarî lûtkeyê dicive û di nav de jî Serokê Rûsyayê.

 

John Bolton derbarê civînên du alî û sê alî yên Serokê Amerîkayê de li Lûtkeya G20 ku biryar e 30ê Mijdarê li Arjantînê were sazkirin got, Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya lûtkeyê de ligel beşek ji serkirdeyên welatan dicive.

 

Di civîneke çapemeniyê de John Bolton amaje bi wê yekê da ku serokê welatê wî ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û herwiha Serokê Çînê Xi Jinping û serokên çend welatên din dicive.

 

Bolton da zanîn ku Trump û Putin di civînê de çend mijarên wek ewlekarî, çek, herêmî û Rojhilata Navîn gotûbêj dikin û civîn dibe berdewamiya civîna Helsinkî.

 

John Bolton got: “Ew ligel Serok Macri yê welatê mazûvan Arjantînê dicive. Ligel Serok Moon ê Koreya Başûr dicive, ligel Serok Erdoganê Tirkiye û ligel Serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe dicive. Hinek caran civîn ji du alî dibin sê alî, herwiha ligel Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi dicive, wek Sara jî behs kir ligel Serokê Rûsyayê Putin û herwiha Serokê Çînê Xi Jinping jî dicive.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst