Ker avêtin zîndanê

28-11-2017
RÛDAW
Nîşan Hindistan Ker Zîndan
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Hindistanê kerên ku li baxçeyê girtîgehekê çêriyan, 4 rojan avêtin zîndanê.

 

Bûyer li navçeya Jalaunayê ya eyaleta Uttar Pradeshê Hindistanê rûda.


Li gor nûçeya New Delhî TVyê, li Jalauna navçeya eyaleta Uttar Pradeshê 8 kerên ku di baxçeyê zindanekê de çêriyan bi destê raydearên zindanê hatin desteserkirin. Rayedaran 4 rojan ser hev ker avêtin zîndanê.


Polîsê zindanê RK Mîşra daxuyanî da û got: "Keran li ser eraziyê zîndanê zirar dan hin nebatên binirx. Me berî niha jî ji xwediyên wan re gotibû ku miqatî kerên xwe bin û nehêlin ku têkevin eraziyê zindanê, lê wan guh neda gotinên me. Me ji ber vê ker desteser kirin.”


Siyasetmedarekî herêmê piştî ku perê ziyana nebatan da, kerên li zîndana Jalaunê hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst