‘Şoreş’ mir!

Hewlêr (Rûdaw) – Fîdel Alejandɾo Castɾo Ruz di 13ê Tabaxa 1926ê li bajarê Mayarî yê Kûbayê jidayik bû. Bavê wî xwedanê kêlgehekî qamişê şekir bû û dayika wî jina bermalê bû.

 

1952 – Xwe weke endamê Kongeray Kûbayê namzet nîşanda. Lê ji ber darbeya Fulgenisyon Batîsta hilbijartin nehatine kirin.

 



1954 – 1950 – Li Zanîngeha Hawana beşa yasa dixwend. Di vê navberê de ligel komên şoreşger beşdarê karên siyasî bû.  

 

1953 - Ji bo hilweşandina rejîma dîktatoriya Batîsta komek biçûk ava kir û di 26ê Tîrmehê de li bajarê Santiago, li hember leşkerên rejîmê yekemîn çalakiya xwe ya leşkerî pêkanî.

 

16ê Cotmeha 1953 - Hate girtin û 21 mehan di girtîgeha girava Juventudê de ma. Dadgehê 16 sal cezayê zîndanê lê birî û di dadgehê de parastina xwe ya bi navûyndeng kir û ji serokê dadgehê re got; “Birêz dadwer, hûn min darizînin lê dîrok dê min mafdar bike.”

 

1955 - Ji Kûbayê reviya Meksîkayê û rêxistineke nû yê bi navê “Tevgera Tîrmehê” damezrand.



 

2ê Kanûna 1956 – Li gel 80 hevalên xwe vegeriya Kûbayê. Lê ketin kemîna hêzên rejîmê tenê 12 kes jê filitîn. Yek ji wan kesan birayê wî Raul Kastro û yê din jî Ernesto Cheguewara bû.

 

1956- 58 - Li gel biryaê xwe Raul Castro û Ernesto Che Guewara, nêzîkî 2 salan li çiyayên Maestra ya herêma Oriente li dijî hêjêzn rejîmê şerê gerîla meşand.

 

31ê Kanûna 1958 -  Batîsta reviya Komara Domînîk û di destpêka 1959ê de Castro û 9 hezar gerîlayên hevalên wî hatine paytext Hawanayê.

 



1960 – Li gel Yekîtiya Sovyetê hevpeymanî saz kir û Amerîkayê li ser vê yekê cezaya giran a qedexeya bazirganiyê û dorpêça aborî danî ser Kûbayê. Piştî şoreşê Fidel Castro bû serokwezîrê Kûbayê.

 

1961 – Amerîkayê xwest li hember wî kudetayê bike û êrîşê Kandava Pîgîz kir lê serneket.

 

1962 – Hebûna sîstema mûşekên Sovyetan li Kûbayê qeyrana Rûsya û Amerîkayê derxiste asta jor û cîhan bi şerê nûkleerî re rûbirû ma. Lê Sovyetê ji Kûbayê û Amerîkayê jî ji Tirkiyê mûşekên xwe vekişand.

 



1975 – 1989 – Castro bi armanca hevkariya hêzên komînîst hêzên leşkerî şande Angola, Etiyopya û Yemenê.

 

1976 – Partiya Komûnîst a Kûbayê destûra sosyalîzmê pesend kir û Castro bû yekemîn serokê konseya bilin a welatê xwe.

 



1980 – Castro rê da 125 hezar kubayiyan da ku bi rêya bendera Mariye ve herin Amerîkayê.

 

1991 – Hilweşandina Yekîtiya Sovyetan li Kûbayê bû sedema krîza aborî. Bi armanca derbaskirina krîza aborî Castro çaksazî kirin û rêya bazara azad li welatê xwe vekir.

 

1998 – Papa Jan Poulê Duyemîn serdana Kûbayê kir û ji aliyê Fîdel Castro ve hate pêşwazîkirin.


 


31ê Tîrmeha 2006 - Ji ber nexweşiyê erkê xwe da birayê xwe Raul Castro.

 

19ê Sibata 2008 - Bi fermî ragihand ku dest ji karê serokatiya welat kişandiye.

 

2015 – Piştî asayîbûna pêwendiyên Kûba û Amerîkayê, piştî 54 salan yekemîn car serokekî Amerîkayê, Barack Obama serdana Kûbayê kir.

 

25ê Mijdara 2016 – Fermandarê şoreşa Kûbayê, di temenê 90 salî de koça dawî kir. Fîdel Castro gelek şanazî bi şoreşa Kûbayê dikir û digot; “Şoreş ez im!”