Li Swêdê navendekî medyaya kurdî hate damezrandin

28-11-2016
RÛDAW
Nîşan Var Medya Swêd Ragihyandin
A+ A-

Stokholm (Rûdaw) – Hejmarek medyakar û çalakvanên kurd û swêdî, ji bo kurdên li derveyî welat navendekî taybet ê medyayî damezrandin. Hikûmeta Swêdê xerca damezrandina vê navendê girte stûyê xwe. Damezrênerên navendê dibêjin, armanca vê navendê tekoşîna li dijî hizra tundrewiyê ye.

 

Sehend Kemal, ku xelkê Başûrê Kurdistanê ye û ev 11 sal in li swêdê dijî, ji Rûdawê re got: “Dê navê wê bibe Navenda Medyayî û Hişyarî (Var Medya) û di demekê nêzîk de weke yekemîn medyaya kurdî û swêdî dest bi kar bike.”

 

Li gorî gotina Sehend hê jî zelal nebûye ka dê pexş û belavkirinên wan jî her bi vî navî be yan na û ragihand, “Lê ew li ser nehiştina hizra tundutîjiyê di nava rewendan de bi rijd in. Di pleya yekemîn de bi rêya medya û paşî bi rêya projeyên rahênan, gihandin û karên hunerî, çandî û rewşenbîrî em ê vê yekê bikin.”

 

Bi tevî ku Var Medya weke saziyekî medyaya kurdî tê nasîn, lê weke Serhend dibêje, “beşek e ji projeya mezin a nehiştina hizra tundutîjiyê di nav nifşên nû yên rewenda kurd de.”

 

Serhend ev yek neveşart ku armanca sereke eşkerekirina rûyê rast ê rêxistina DAIŞê û rêxistinên din ên xwedî hizrên tundrewiyê ye. Dê karê wan jî bi zimanê kurdî û swêdî be da ku kurdên li welatên Îskandînavyayê ji hizra tundrewiyê dûr bixin.

Beriya niha jî çend sazî û navendên medyaya kurdî li Swêdê hebûn lê piraniya wan hatine girtin. Televîzyona lokalî ya Amêz ku di salên 1990î de weşan dikir, radyoya Dengê kurdî, radyoya Zelaye û beşa kurdî ya Radyoya Navdewletî ya Swêdê, mînakên vê yekê ne.

 

Serpereştê nivîsîn û çapemeniya dezgeha Var Medya Riyaz Taha ji Rûdawê re got; “em nabin alternatîfê Ziyale yan jî pexşa kurdî ya Radyoya Swêdê. Lê nama wan dezgehan jî em handan da ku vê saziyê ava bikin.”

 

Hejmara kurdên li Swêdê zêdetirî 150 hezar kesan e. Ew damezrandina navendekî weke Var Medya pêwîst dizanin.

 

Huda Hemîd ku kurdekî akinciyê Swêdê ye, dibêje; “Pêwîstiya kurdan bi medyayekî taybet heye. Bi yatbet piştî girtina Radyoya Zayele ev yek pêwîst bû. Kurd perçeyekê civaka vî welatîne êdî. Bê guman di gelek waran de dengê wan, xislet û taybetmendiyên wan hene. Ji ber vê yekê krokiya vî karî taybet dibe yê kurdên Ewropayê.”

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê di qonaxa ykemîn de ji bo vê navendê 5 milyon kroon dê bê xerçkirin. Ji bilî vê yekê dê malperekî çalak, rojname û gavara wê hebe û dê di demekî nêzîk de jî dest bi weşana radyoyê bike.

 

Sehemd Kemal daxuyand, “Xercên vê saziyê dê ji aliyê dewleta Swêdê ve bê terxankirin. Di pêşerojê de jî dê li gorî derfetan sûdê ji sazî û aliyên din jî werbigrin. Heta niha ti pêwendiyeke me ligel sazî yan jî rêveberiyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê re çênebûye. Lê bêguman di çarçoveya karên xwe de, bi berçavgirtina prensîbên saziyekî civaka medenî û profesyoneliya medyayê emê vê pêngavê jî biavêjin.”

 

Hikûmeta Swêdê li ser astê navxwe û Ewropayê, ji bo belavkirina hizra hevçerx a bi hevre jiyanê, nehiştina hizrê tundrewiyê, bi taybet di nav ciwanan de kar dike. Bi vê armancê, bi rêya saziya SIDA, Yekîtiya Ewropa û saziya nîştîmanî ya nehiştina tundrewiyê bi sedan milyon kronan xerc dike.

 

Ne cihê bêkaran e

 

Damezrandina navendekî medyaya kurdî li Swêdê di demekî de ye ku li vî welatî bi dehan sazî û komeleyên çandî yên kurdî, ji ber krîza darayî û nabûna dahatê hatine girtin.

 

Sehend Kemal di vî mijarê de got; “Stratejiya me ji bo berdewamkirina wan saziyan heye lê em ezmûna wan sazî û komeleyan dubare nakin. Ji ber ku Var Medya ne cihê kesên bê kar e û herwiha rê nade wan kesên pişta xwe bi yasayên lastîkî ve girêdidin.”

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst