Rûsya: Tsukurino ket destê me

28-10-2024
Nîşan Rûsya Ukrayna Donetsk Tsukurino
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da zanîn ku artêşa wan jîwarê Tsukurinoyê yê li herêma Donetskê kontrol kiriye.

Wezaretê li ser operasyonên leşkerî yên Rûsyayê yên li nav axa Ukraynayê agahî dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rûsya pêgehên xwe yên li Ukraynayê baştir dike û hat gotin:

“Yekîneyên Koma Leşkerî ya Navendî piştî çalakiyên xwe yên aktîv jîwarê Tsukurinoyê yê Komara Gel a Donetskê rizgar kir.”

Wezareta Parastinê diyar kir ku di nava 24 saetan de li 142 herêman êrişî xalên leşkerî yên Ukraynayê hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, ji destpêka şer ve 647 balafir, 283 helîkopter, 34 hezar û 685 dron, 584 pergalên mûşekan ên parastina asmanî, 18 hezar û 894 tank û zirxpoş, hezar û 480 roketavêjên pirlûle, 16 hezar û 887 topên obus û hewanan û 27 hezar û 694 wesayîtên leşkerî yên taybet hatine îmhakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst