Îraqê giliyê Îsraîlê kir

3 demjimêr berê
Nîşan Îraq Îsraîl Gilî Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îraq ji ber ku “qada wê ya asmanî îhlal” kiriye giliyê Îsraîlê kir.

Hikûmeta Îraqê diyar kir ku dema Îsraîlê êrişî Îranê kiriye qada asmanî ya Îraqê îhlal kiriye û li ber Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê wê kir.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Îsraîlê dema 26ê vê mehê êrişî Îranê kiriye qada Îraqê ya asmanî îhlal kiriye û wan jî ji ber vê yekê giliyê wê kiriye.

“Em destûrê nadin axa Îraqê bê bikaranîn”

Basim Ewadî diyar kir, “Em destûrê nadin ku axa Îraqê ji bo êrişkirina cîranên me bê bikaranîn” û li pey çû:

“Hikûmeta Îraqê pêbendbûna xwe ya xurt a bi serwerî, serbixweyî û pîrozbûna axa Îraqê teyîd dike û ji bo ku bi van îhlalan re têbikoşe di astên cuda de dixebite.

Em radigihînin ku destûr nayê dayîn ax an asmanên Îraqê ji bo êrişkirina welatên din û bi taybetî jî ji bo êrişkirina welatên cîran bên bikaranîn.”

Berdevkê Hikûmeta Îraqê di berdewamiya daxuyaniyê de amaje pê kir Îraq piştgiriyê dide diyalogê û dixwaze li herêmê aramî hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst