Trump: Harris dê me tev li şerê cîhanê bike

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump got, “Eger Kamala Harris bi ser bikeve dê me tev li Şerê Cîhanê yê Sêyem bike.”

Li Amerîkayê dê 5ê Çiriya Paşîn hilbijartinên serokiyê bên kirin.

Namzedê Komariyan û serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump û namzeda Demokratan Kamala Harris her ku diçe li hev sortir dibin.

Donald Trump di mîtînga xwe ya li Pensilvanyayê de berê tîrên rexneyên xwe da Harrisê û got:

“Harris ew qasî nekirkêr e ku nikare karê xwe jî xweşik bike.”

Trump her wiha angaşt kir ku Harris nikare bi kesên wekî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Çînê Şi Cinping re derxe serî.

“Nikare karê xwe jî bike”

Donald Trump got, “Cîhan ti demê ev qasî nêzîkî şerekî golabal nebûbû” û soz da ku eger ew bibe serok dê xwe ji ber şer bide alî û li pey çû:

“Eger Harris bibe serok ev tê wateya ku li ser jiyanan bi milyonan kesan bi qumarê tê lîstin.

Harris ew qasî bi kêr nayê ku nikare karê jî xweşik bike û ji ber vê jî dê teqez me tev li Şerê Cîhanê yê Sêyem bike.”