Hewlêr (Rûdaw) – Du zanyarann ku yek ji wan Kurd e, têkildarî nîjadperestiya li dijî Kurdên li Almanyayê lêkolînek kir.
Di heman demê de hejmara Kurdên ku li Almanyayê dijîn hat lêkolînkirin. Di encama lêkolînê de hat eşkerekirin ku li Almanyayê 1,3 milyon Kurd hene.
Prof. Dr. Çinur Qaderî û Prof. Dr. Esther Almstadt li ser Kurdên Almanyayê lêkolîn kir.
Ji bo platforma karûbarên ji bo rojnamevanan a INTEGRATION MEDIENDIENTê, “Di derbarê civaka Kurd de çi tê zanîn? Li Almanyayê têkildarî nijadperestiyê çi tecrubeyên wan hene û medya li ser Kurdan çawa nûçeyan çêdikin?” hat lêkolînkirin.
Encamên wê xebatê hatin parvekirin.
Heta niha derbarê Kurdên koçberê Almanyayê bûne kêm tişt dihat zanîn. Di lêkolînan de hejmara kurdan û rewşa wan bi berfirehî hat lêkolînkirin.
Medyaya Almanyayê Kurdan çawa dibîne?
Encamên lêkolînê wiha ne:
-Li Almanyayê 1,3 milyon Kurd dijîn. Ev hejmar jî li Almanyayê Kurdan dike yek ji komên koçberan a herî mezin.
-Hemû beşdarên lêkolînê ragihandine ku Kurd li Almanyayê rastî nijadperestî û cudakariyê tên. Lê belê ev serpêhatiya Kurdan bi giranî nayê dîtin.
-Medyaya sereke ya li Almanyayê bi piranî Kurdên li Almanyayê wekî kesên tevlî bûyerên tundiyê dibin nîşan dide. Li hemberî medyaya ku Kurdan wekî “şeytan, sucdar û zalim” dide nîşandan, medyayeke ku Kurdan wekî “firîşte” dide nîşandan jî heye.
Prof. Dr. Esther Almstadt ev salek e li Almanyayê ji bo pênc platformên sereke yên medyayê li ser Kurdan lêkolînan dike.
Mamosteyê Zanîngeha Bochum Evangelischeyê Prof. Dr. Esther Almstadt ji Rûdawê re axivî:
“Li ser medyayê Kurd wekî endamên rêxistina sûc didin nîşandan. Dema ku sûcan li ser bingehên exlaqî pênase dikin têgeha 'primitive' tê bikaranîn.
Xala duyem jî ew e ku wekî Kurd entegrasyon û pêkvejiyanê dixwazin nîşan didin. Lewra ev israra Kurdan a li dijî nîjadperestiyê nîşan dide.”
Li Almanyayê 1,3 mîlyon Kurd dijîn
Mamosteyê Zanîngeha Bochum Evangelischeyê Prof. Dr. Çinur Qaderî jî yek ji akademisyenên Kurd a naskirî ye.
Akademîsyena Kurd diyar dike ku di qonaxa piştî şer de di warê nasname û xizmeta civakî de ferqeke girîng hebû.
Qaderî da zanîn ku lêkolîna wan a li ser nîjadperestiya li hemberî Kurdên li Almanyayê, di heman demê de veguheriye lêkolîna li ser hejmara Kurdên li wir dijîn û got:
“Li gorî lêkolînên me 1,3 milyon Kurd li Almanyayê dijîn. Ev hejmar li ser du çavkaniyên fermî ye.
Di sala 2011an de hikûmeta Alman diyar kir ku li wî welatî 800 hezar Kurd dijîn. Şîrovekirina rêxistina navendî ya Bonnê û çavkaniyên din ên gihîştibûn vê encamê ku 800 hezar Kurd li Almanyayê hene.
Me bi Daîreya Koç û Koçberiyê ya Almanyayê re têkilî danî û wan jî hejmar û navên hemû Kurdên ku ji sala 2011an û vir ve ne tenê ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, ji Gurcistan, Ermenistan, Moldova û herêmên din hatine Almanyayê ji me re şandin. Hejmara Kurdên ku ji wê demê ve hatine Almanyayê digihêje 537 hezaran.
Eger em 537 hezaran li ser 800 hezarî zêde bikin, em dibînin ku li Almanyayê zêdetirî 1,3 milyon Kurd dijîn.”
Herî zêde ji kîjan welatan koçber hatine?
Li gorî lêkolînan, ji ber ku Kurd ne xwedî dewlet in, wekî welatiyên Almanyayê yan jî welatê ku jê hatine (wekî Tirkiye, Îran û Îraq) an jî “bêdewlet” in.
Kurd bi rêzê ve herî zêde ji Tirkiye, Îraq, Sûriye û Îranê koçberî Almanyayê bûne.
Rêjeyeke biçûk jî ji welatên Rojhilata Navîn ên wekî Lubnan, Îsraîl û ji Komarên Sovyeta berê yên wekî Ermenistan, Azerbeycan û Gurcistanê çûne.
Li gorî lêkolînan, di navbera salên 2013 û 2023yan de 236 hezar û 605 kesan ji Rojava û Başûrê Kurdistanê di nav de nîv milyon Kurd li Almanyayê daxwazê destûra rûniştê kiriye.
Di salên berê de gelek kurd ji Sûriye û Îraqê koçber bûn. Ji sala 2022yan û vir ve hejmareke zêde ya mirovan wekî penaber ji Tirkiyeyê koçber bûne.
Hejmara Kurdên ku ji Tirkiyeyê diçin Almanyayê gelekî zêde bûye. Li gorî salên berê, ji Rojhılatê (Rojhilatê Kurdistanê) kêmtir Kurd çûne Almanyayê û ev hejmar bi 12 hezar û 280 kesî hatiye sînordarkirin.
Kurd jiyaneke sekuler dijîn
Li ser ola Kurdên li Almanyayê dijîn tu daneyên pêbawer nînin. Piraniya wan Misilmanên Sunî ne lê Elewî, Êzidî, Şîeyên Feylî, Xiristiyan, Cihû, Zerdeştî û Ehlî Heq jî hene.
Civata Êzidî ya herî mezin ji derveyî welatê xwe li Almanyayê dijî. Piraniya Kurdên Almanyayê jiyaneke sekuler dijîn.
Kurd li Almanyayê çawa û li ku dijîn?
Kurd bêhtir li bajarên mezin ên dewletên federal ên Rojava dijîn. Eger gengaz be, nêzî xizm û civakên li herêma xwe dijîn.
Ew bi gelemperî di keda destan û karsaziyên piçûk de, nemaze di sektora bazirganî û karûbar de dixebitin.
Herwiha ji ajansên rêwîtiyê bigire heya pargîdaniyên veguhastinê, ji sûkan heya salonên bedewiyê û kuaforan. Ev jî bi gelemperî karsaziyên malbatî ne.
Di heman demê de gelek pispor û hunermendên akademîk ên berbiçav jî hene. Parlamenterên Kurd di asta herêmî, dewletî û federalî de nûnertiya civakê dikin.
Hemû beşdaran diyar kirin ku ew bi nijadperestiyê re rû bi rû mane
Di dema lêkolînê de Qaderî ji wan pirsiye “Ka çi tecrubeyên te derbarê nijadperestiya li dijî Kurdan heyee?”
Hemî beşdaran rapor kirin ku di jiyana rojane de bi nijadperestiyê re rûbirû mane an jî dîtine.
Di nav van de heqaret, peyamên nefretê, cihêkarî û herwiha êrişên tund û gefên kuştinê jî hene.
Di raporê de tê gotin ku gelek caran tecrubeyên Kurdan ên cudaxwaziyê nayên dîtin.
Di medyayê de nûçeyên neyînî
Çapemeniya Almanyayê dema ku li ser Kurdan nûçe çêdike piranî behsa “sûcên eşîrî” an jî “tundiyê” dike.
Prof. Dr. Esther Almstadt di piraniya gotarên xwe de behsa vê mijarê dike.
Di heman demê de gelek caran behsa dilxwazî û serkeftina Kurdan a di warê entegrasyonê de tê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse