Neteweyên Yekbûyî derbarê kuştina xwepêşanderên Îranî de banga lêkolînê kir

28-10-2022
Mecîd Nizamedîn Gilî
Mecîd Nizamedîn Gilî
Xwepêşandanên li dijî desthilatê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in.
Xwepêşandanên li dijî desthilatê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in.
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Îran Xwepêşandan Jîna Emînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî ji Rûdawê re ragihand, ew her tundûtîjiyekê ku bibe sedema kuştina xelkê sivîl protesto dikin û got, pêwîst e derbarê kuştina xwepêşanderan de lêkolînek bi hûrgilî bê kirin.

Bo cara yekemîn li nav baregeha Neteweyên Yekbûyî ji aliyê berpirsekî fermî yê wê rêxistina navdewletî ve hat gotin, ku “li Îranê Kurd ji gelek mafên xwe hatiye bêparkirin”. Lêkolerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê bo Îranê di raporta xwe ya fermî de bi belge û zanyariyan behsa wê yekê dike ku Kurd li Îranê ji mafên xwe bêpar hatine hiştin.

Raporterê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê bo Îranê Cawîd Rehman di bersiva Rûdawê de ragihand, Kurd di dîrokê de li Îranê hatine tepisandin û heta niha jî mafên wan ên bingehîn li welat tên înkarkirin.

Cawîd Rehman got, “Gelê Kurd di dîrokê de û niha jî ji mafên xwe yên bingehîn ên mirovî bêpar hatiye hiştin. Li Îranê gelek maf ji Kurdan hatine standin, wek mafê nasnameyê, mafê ziman, mafê hebûna nûnertiya xwe û mafê azadiya derbirînê. Ji ber wê ye li parêzgehên Kurdî gelek xwepêşandan hene.”

Wî berpirsê Neteweyên Yekbûyî amaje bi mînaka navê Jîna Emînî kir ku di fermiyetê rê bi navê wê yê Kurdî nehatiye dayîn ji ber wê jî navê wê yê fermî bi zimanê Farsî Mehsa ye.

Cawîd Rehman got, “Ez dê tenê mînakek bidim we; Jîna navekî kurdî ye, lê ji ber ku dewlet bi tu awayî destûrê nade nasnameya Kurdî û îfadeya Kurdî, di fermiyetê de ev nav nehat bikaranîn. Bi gotineke din, ev mînakeke sade ya zordestiya dewleta Îranê ya li ser gelê Kurd û heta kêmneteweyên din e.”

Wî berpirsê NY herwiha daxwaz kir, mekanîzmeke navdewletî were avakirin daku derbarê kuştina xwepêşanderên li Îranê de lêkolînê bike.

Raportên wî raporterê taybet ê NY li ser asta navdewletî xwedî girnaiyeke taybet in, lê di qada siyaseta navdewletî de bandora raporta Komîsyona Mafên Mirovan a NY nagihe bandora helwesta Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Asayişa Navdewletî.

Di demekê de ku Encûmena Asayişa NY ji ber vetoya Rûsyayê nikare li dijî Îranê ti pêngavan bavêje, lê Sekreterê Giştî yê NY desthilat heye ku bi zelalî kuştina bi sedan kesan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê protesto bike.

Lê belê Cîgirê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq tenê daxwaz dike ku hikûmeta Îranê hêzeke zêde li dijî xwepêşanderan bi kar nebe, bi wateyeke din hêzê bi kar bîne lê ne zêde, bêyî ku zelal bike hikûmeta Îranê heta çi qasî dikare li dijî xwepêşanderên bê çek û bê desthilat hêzê bikar bîne.

Ferhan Heq ji Rûdawê re got, “Em ji wan raportan nîgeran in ku behsa bikaranîna berdewam a hêzeke zêde ji hewcedariyê dikin. Em daxwaz ji hêzên ewlekariyê dikin ku hêzeke zêde ji hewcedariyê bi kar nehînin daku hejmara qurbaniyan zêdetir nebe.”

Tevî ku raportê taybet ê NY bi zelalî ragihand ku hikûmeta Îranê berpirsyarê kuştina xwepêşanderan e, lê belê Cîgirê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî bi ti awayî navê Îranê neanî û got, “Lêkolerê taybet li gor desthilata xwe diaxive û mafê xwe ye wê yekê bike. Min jî helwesta me ragihand.”

Çavkaniyekî bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji Rûdawê re got, sedema li pişt bêdengiya wê rêxistina navdewletî li hember Îranê, vedigere bo wê yekê ku di mijara agirbesta li Yemenê de pêwîstiya wan bi Tehranê heye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst