Neteweyên Yekbûyî derbarê xwepêşandanan de bang li hêzên Îranê kir

28-10-2022
Mecîd Nizamedîn Gilî
Mecîd Nizamedîn Gilî
Cîgirê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî, Ferhan Heq
Cîgirê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî, Ferhan Heq
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq Îran Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê bang li hêzên emnî yên Îranê kir û got, li dijî xwepêşanderên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê “hêzek zêde” bi kar nehînin. Ferhan Heq herwiha daxwaz kir, derbarê kuştiyên xwepêşandanan de lêkolîneke hûr bê kirin.

Roja Pêncşembê 27ê Cotmeha 2022an di bersiva nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê li New Yorkê Mecîd Gilî de ya gelo hûn derbarê canjidestdana hemwelatiyan di xwepêşandanên îro yên Mihabadê de çi dibêjin, Cîgirê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq got, “Em ji wan raportan nîgeran in ku behsa bikaranîna berdewam a hêzeke zêde ji hewcedariyê dikin. Em daxwaz ji hêzên ewlekariyê dikin ku hêzeke zêde ji hewcedariyê bi kar nehînin daku hejmara qurbaniyan zêdetir nebe.”

Li ser pirsa, Çima Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî êrîşa li bajarê Şîrazê şermezar dike, lê belê cîgirê berdevkê NY ne amade ye kuştina xelkê sivîl şermezar bike, Ferhan Heq got, “Em her tundûtîjiyekê şermezar dikin ku bibe sedema kuştina xelkê sivîl. Dema xelkê sivîl bi awayekî aştiyane xwepêşandanê dikin, nabe ew çê bibe.”

Wî rayedarê Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir, “Derbarê kuştina her xwepêşanderekî de pêwîst e bi hûrî lêkolîn bê kirin.”

Pirsên Rûdaw û bersivên Ferhan Heq wek xwe;

Rûdaw: Helwesta Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî derbarê bûyerên îro yên li Mihabadê li Kurdistana Îranê çî ye?

Ferhan Heq: Em ji wan raportan nîgeran in ku behsa bikaranîna berdewam a hêzeke zêde dikin. Em daxwaz ji hêzên emnî dikin ku hêzeke zêde ji hewcedariyê bikar nehînin daku hejmara qurbaniyan zêdetir nebe.

Rûdaw: Lê pirsa min li ser kuştina xwepêşanderan bû, tu behsa mafê xwepêşandanê dikî. Balkêş e ku Sekreterê Giştî daxuyaniyek li ser êrîşa terorîstî ya Şîrazî belav kir û dibêje, gelek bi tundî şermezar dikim, lê dema ez derbarê kuştina xwepêşanderan de ji te dipirsim, ti şermezarkirinekê li te nabhîsim.

Ferhan Heq: Bila ez zelal bêjim. Em her tundiyekê protesto dikin ku dibin sedema kuştina xelkên sivîl. Dema xelkê sivîl bi awayekî aştiyane xwepêşandanê dikin, nabe ev çê bibe. Pêwîst e derbarê kuştina her xwepêşanderekî de lêkolîneke hûr bê kirin.

Rûdaw: Başe tu kê li ser wê kuştinê şermezar dikî?

Ferhan Heq: Her kes ku kiribe. Wek min got, em nîgeran in ji bikaranîna hêza zêde li dijî xwepêşanderan. Pêwîst e derbarê wê yekê de lêkolîneke hûr bê kirin.

Rûdaw: Lê lêkolerê we yê taybet berî 20 xûlekan li ser wî kursiyê rûniştibû û ragihand, hikûmeta Îranê berpirsyarê kuştina wan xwepêşanderan e. Çima navê Îranê û hikûmeta wê nahînin?

Ferhan Heq: Lêkolerê taybet li gor desthilata xwe diaxive û mafê xwe ye wê yekê bike. Min jî helwesta me ragihand.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst