‘Koçber li ser sînorê Belarûs û Polandê di rewşeke dijwar de ne’

28-10-2021
RÛDAW
Berpirsa Rêxistina PFM Karolina Czerwinska
Berpirsa Rêxistina PFM Karolina Czerwinska
Nîşan Karolina Czerwinska Poland Belarûs Rêxistina PFM Lûtke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa Rêxistina PFM Karolina Czerwinska dibêje, bi hezaran koçber li ser sînorê Belarûs û Polandê asê mane û di rewşeke zehmet de ne.

Berpirsa Rêxistina PFM Karolina Czerwinska derbarê rewşa penaberên Iraqî û Kurd ên li ser sînorê Belarûs û Polandê, ji peyamnêra Rûdawê Ala Şalî re axivî.

Di heyamên dawîn de hejmareke zêde ya koçberan dixwazin bi rêya Belarûsê derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) bibin. Welatên Ewropayê rêveberiya Minskê bi bikaranîna penaberan li dijî Yekîtiya Ewropa tometbar dikin.

Polandê ji ber vê rewşê di dawiya Îlonê de li ser sînorên xwe rewşa awarte ragihand û diyar kir ku wan nîşanên peywendiya bi tundrewiyê di telefonên hinek penaberan de dîtine.

Berpirsa Rêxistina PFM Karolina Czerwinska li ser rewşa penaberan ragihand, “Rewş niha bi rastî dijwar e, divê wê yekê jî bibêjim û hejmareke zêde ya xelkê di zehmetiyeke mezin de ne û li navbera sînorê Belarûs û Polandê mane asê, zanyariyên me li ser çend hezar kesan hene li aliyê Belarûsê ku hewl didin sînor derbas bikin, ji ber di kampên gelekî demkî de dimînin hewl didin cihekî baş bibînin daku sênor derbas bikin.”

Karolina Czerwinska dibêje, “Krîzê nîvê meha Tebaxê destpê kir, heta niha em dizanin ku navendên parastî yên koçberan ku bo wan biyaniyan in bi awayekî neyasayî sînor derbas dikin, ew navend bi tevahî tejî ne û navendên nû jî hatine vekirin. Em behsa du hezar heta sê hezar kesan dikin ku niha li wan navendan in. Herwiha em dibihîzin ku sê hezar heta 4 hezar kesan sînorê Elmanya derbas kirine û karîne dûrtir bi arasteya rojava de biçin.”

Czerwinska dibêje, “Em li ser sînor xelekekî zêde dibînin ku ji Iraq, ji Kurdistanê hatine. Em xelkekî zêde dibînin ji Yemen û Sûriyê ve. Ev welatên serekî ne. Herwiha em xelkekî dibîni ji Efrîqayê, wek Kongo û Somal, hinek hene ji Efxanistanê û hinek hene ji Îranê ve jî. Lê sê welatên serekî Iraq, Yemen û Sûriye ne.”

Berpirsa Rêxistina PFM diyar dike, “Bi baweriya min raya giştî ya navdewletî dikare tekez bike û guşarê bixe ser hikûmeta Polandê bo guhertina vê rewşa nemirovî li ser sînor.”

Hikûmeta Polandê ji bo rêgiriya li vê pêla koçberiyê, sînorên xwe têlbend dike û Cîgirê Wezîrê Derve yê Polandê Marcin Przydacz jî berî niha hişyarî dabû ku penaber hewl nedin sînor derbas bikin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) roja 25ê Tebaxê daxwaz kiribû ku Poland û Letonya pêdawîstiyên sereke yên jiyanê bo penaberan dabîn bikin, lê biryar nedabû ku rê li ber penaberan vekin.

Serokê Komeleya Lûtke ya ji bo koçberan Arî Celal jî roja Sêşemê ji Rûdawê re ragihandibû, derdora 37.000 kesî di 10 mehên îsal de Herêma Kurdistanê bicî hiştine û di rêya bo Ewropayê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 jî winda ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst