Fehîm Taştekîn: Li hember Tirkiyê dê tedbîrên cudatir bên gotûbêjkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê Rojhilata Navîn Fehîm Taştekîn dibêje, “li Fransayê hewleke radîkalîzmê heye” û li ser helwesta Tirkiyê jî dibêje, di nav Yekîtiya Ewropayê de “li hember Tirkiyê dê tedbîrên cudatir bên gotûbêjkirin.”
Pisporê Rojhilata Navîn Fehîm Taştekîn beşdarî bultena 15.00 a taybet bi Bakurê Kurdistanê ya Rûdaw TVyê bû û behsa alozî û nakokiyên di navbera Fransa û Tirkiyê de kir.
Fehîm Taştekîn amaje bi bûyerên li Lîbya, Sûriye Derya Spî kir û wek beşek ji sedemên aloziya Tirkiye û Fransayê binav kirk u herdu welat li wan deveran rûbirpûyê hev bûne.
Taştekîn dibêje, krîza di navbera herdu welatan de bandorek neyînî li ser sîstema hevpeymaniya klasîk dike û amaje bi aboriya Tirkiyê dike û dibêje, “Di warê aboriyêde de bijarde di destê Erdogan de nemane û hêviyek nayê dîtin.”
Taştekîn bale dikişîne ser rewşa navxwe ya Tirkiyê û siyaseta wî welatî li derve û behsa boykotkirina kelûpelên Fransî dike û dibêje, “Ev demek dirêj berdewam nake, aboriya Tirkiye û Fransa pêwîstiya wan bi hev heye. Boykotkirin ziyanê digihîne Tirkiyê jî. Ev boykot zêde dirêj nake.”
Derbarê karîkatorên kovara Charlie Hebdo ku bûne sedema nerazîbûnê de dibêje, “derbarê misilmanan de helwest wek hev nînin, aliyên siyasî yên Fransî nêrînên wan wek hev nînin.”
Taştekîn amaje bi bûyera serjêkirina mamosteyê Fransî û got, “Erdogan di demekê de ku wê bûyerê gelek nexweşî bi xwe re anîne berê da Fransayê, êdî mijar ji azadiya raderbirînê zêdetir di mijara piştevanîkirin û piştevanînekirina terorê de gotûbêj bi xwe re anîn.”
Fehîm Taştekîn herwiha êrişên terorî yên li Fransayê bibîr dixe û dibêje, “li Fransayê hewleke radîkalîzmê heye û ev rastiyek e.”
Li ser helwesta welatên Yekîtiya Ewropa (YE) li ser vê aloziyê jî Taştekîn dibêje, “Di nav YE de hêza derdikeve pêş Almanya ye. Almanya jî hewl dide Tirkiye û Erdogan îdare bike. Bi xêra Merkel peywendiyên Erdogan tevî aloziyan jî li gel YE berdewam bûn. Almanya di van mijaran de piştevanî li Fransayê kir. Bertekên Erdogan di ser nezaketê re ne. Almanya li hember vê yekê dê zêde nekarîbe piştevanî li Tirkiyê bike. Li hember Tirkiyê dê tedbîrên cudatir bên gotûbêjkirin.”