‘Nexşe hat guhertin – Rojhilata Navîn êdî wek xwe namîne’

Hewlêr (Rûdaw) -  Berpirsên her du dezgehên Îstixbaratê yên Amerîka û Franayê ragihandin, Sûriye û Iraq hatine dabeşkirin û êdî venagerin ser sînorê berê. Herwiha tekez kirin, ku Rojhilata Navîn hatiye guhertin û Rojhilata Navîn a berê ku piştî şerê yekem ê cîhanî çê bibû, êdî li ser nexşeyê namîne.

  

Li zanîngeha George Washingotn konfransek derbarê ewlehiya cîhanê de birêve çû ku têde çend berpirsên dezgehên îstixbaratî yên welatên cîhanê amade bibûn.

 

Di konfransê de Serokê Dezgeha Îstixbarata Amerîka (CIA) John O. Brennan û herwiha Serokê Dezgeha Îstixbarata Fransa Bernard Bajoli beşdar bûn û derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê de axivîn.

 

Serokê CIA, John Brennan derbarê rewşa giştî ya devera Rojhilata Navîn û Sûiyeyê de axivî û got: “Ez bawer nakim carek din Rojhilata Navîn vegere ser rewşa xwe ya berê.”

 

Brennan amaje bi wê yekê kir, tevî ku niha Rûsya piştgiriya Beşar Esed dike, lê di dawiyê de wê Rûsya razîbibe bi encamdana gotûbêjên siyasî çimkî ew têgihiştiye ku ku kirîza Sûriyê bi hêza leşkerî nayê çareserkirin.

 

Brennan herwiha amaje bi wê yekê kir, Rûsya dixwaze ku Beşar Esed di vê qonaxê de bihêz bike daku pêgeha xwe di Sûriyê de bihêz bike û paşê dê pişta xwe bide Esed û dest jê berde.

 

Serokê Îstixbarata Amerîkayê got, zehmet e ku ji nû ve hikûmeteke navendî li welatên mîna Sûriye, Îraq, Lîbiya û Yemenê bê damezrandin û li gorî sînorên berê kontrol bike.

 

John Brennan wiha got: “Dema ku ez berê xwe didim Rojhilata Navîn û dema ku em berê xwe didin wêrankariyên li Lîbya, Yemen, Iraq û Sûriyeyê, em dizanin êdî carek din ew welat nikarin sînorên xwe biparêzin.”

 

Brennan derbarê çareserkirina kirîzên aloz ên devera Rojhilata Navîn de jî tekez kir: “Çareserkirina kirîzan bi rêyên serbazî gelek zehmet e. Destwerdana raterast a leşkerî şaş e. Pêwîst e em stratejiya pêngavên biçûk biçûk bi kar bînin, yanî gerek em pileya germî ya wan şerran bînin xwarê û tundutîjiyan kêm bikin, baweriyê dirist bikin û piştre pêngavên siyasî û dîplomasiyê dest pê bikin.”

 

Binkeyeke leşkerî ya Rûsya li Tertûsê heye û di çend mehên borî de jî Rûsya balafirên xwe yên şer şandin Sûriyeyê û niha bi pêkanîna êrişên esmanî alîkariya hêzên hikûmeta Sûriyê dike.

 

Serokê Dezgeha  Îstixbarata Fransayê (DGSE) Bernard Bajolet jî derbarê heman mijarê de ragihand ku Sûriyê parçekirî ye û di navbera rejîma Sûriyê, Kurd û DAIŞê de hatiye dabeşkirin.

 

Bernard Bajolet got: “Em dibînin Sûriye parçe bûye. Bakur di destê kurd de ye, DAIŞê navenda wê kontrol kiriye û Hikûmeta Sûriyeyê beşeke kêm ji axa welat di destê wê de maye. Heman tişt bo Iraqê jî rast e. Iraq jî bo ser 3 cihên cuda dabeş bûye.”

 

Bajolet herwiha da zanîn: “Ez di wê baweriyê de nînim ku careke din Rojhilata Navîn vegere ser rewşa berê.”

 

Rêvebirê Istixbarata Fransa herwiha ragihand: “Rojhilata Navîn dê ewle bibe, lê hûn careke din ew Rojhilata Navîn ku piştî şerê yekem ê cîhanê çê bû, li ser nexşeyê nabînin.”