DEM Partiyê li ser kuştina Hesen Nasralah daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah şermezar kir.

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari li ser kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah daxuyaniyek da.

Hevserokên DEM Partiyê bangî Îsraîlê kir ku êrişên xwe yên li Libnanê rawestîne.

DEM Partî bangî civaka navneteweyî, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û saziyên navdewletî kir ku ji bo rawestandina êrişên Îsraîlê bikevin tevgerê.

Di daxuyaniyê DEM Partiyê de wiha hatiye gotin:

“Em kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah şermezar dikin. Êrişên Îsraîlê yên li Libnanê û operasyonên wê yê vê dawiyê ku fermandarên Hizbulahê dike armanc, dê tenê krîza li herêmê kûrtir bikin.

Ji bo xelkê Îsraîl û Filistîn bikarin di nava aştiyê de bi hev re bijîn pêwîstî bi çareseriyeke aştiyane heye.

Li Libnanê ji bo pevçûn bên rawestandin em bangî welatên herêmê dikin ku berpirsyariyê bigirin ser milê xwe ji bo ev krîz bi rêyeke aştiyane bê çareserkirin.”