Almanya dirêjkirina dema erkê hêzên xwe gotûbêj dike

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Almanyayê dirêjkirina dema erkê hêzên welatê xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.

Hikûmeta Almnayayê bi projeyasayekê daxwaz ji Parlamentoya welatê xwe kir ku dema erkê hêzên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê heta Kanûna Paşîna 2026an dirêj bike.

27ê Îlonê di Parlamentoya Federalî ya Almanyayê de xwendina yekem a projeyasayê hat kirin.

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius ji parlamenterên welatê xwe re got ku tevgerên DAIŞê li Îraqê berdewam in û hîn erkekî girîng ê hêzên Almanyayê li wê derê maye.

"Em dê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re di hevahengiyê de bin"

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius wiha pê de çû:

"Erkê NATOyê yê li Îraqê pêwîst e li gorî daxwaza Îraqê berdewam be.

Erkê Hevpeymaniya Navneteweyî di siberojê de bi dawî dibe.

Em dê bi hevbeşên xwe yên navneteweyî re bi Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê van pêşhateyan de di hevahangiyê de bin.

Em li bendê ne di demeke nêzîk de encam diyar bibin."

Piraniya parlamenterên desthilat û mixalefetê piştgiriya dirêjkirina erkê artêşa welatê xwe ya li Îraq û Herêma Kurdistanê dikin.

"Em hevpeymanên xwe bi tenê nahêlin"

Parlamenterê Partiya Keskan Max Lucks wiha anî ziman:

"Ez tîrmehê li Herêma Kurdistanê bûm.

Dema ku hûn diçin Dihokê yan Hewlêrê û li gel hevpeymanên me yên Kurd diaxivin wate Pêşmergeyan ku roleke sereke di têkşikandina DAIŞê de hebûn dibêjin, tika ye bimînin, pêwîstiya me bi piştgirî, man û alîkariya we heye.

Em bi dirêjkirina vî erkî peyamekê dişînin ku em hevpeymanên xwe yên li herêmê tenê nahêlin."

Projeyasa daxwaz dike 500 leşker li Îraq û Herêma Kurdistanê bên hiştin.

Parlamentera bi eslê xwe Kurd a ser bi Partiya Çep Gokay Akbulutê da zanîn, pêwîst e Hikûmeta Almanyayê ji rewşa Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên di bin desthilata HSDyê de jî agahdar be.

"Divê Tirkiye êrişên xwe yên li Bakurê Sûriyeyê rawestîne"

Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Gokay Akbulut wiha axivî:

"Metirsiya bihêzbûna DAIŞê niha li Bakurê Sûriyeyê ye, ne li Îraqê ye.

Tirkiyeya hevpeymana NATOyê jî çend sal in bi awayekî rêkxistî Rêveberiya Xweser a Kurd bombebaran dike, di demekê de ku Kurdan li wê derê bi hezaran DAIŞî girtine.

Birêz Boris Pistorius eger tu dixwazî bi awayekî serkeftî rûbrûyî DAIŞê bibî, wê demê pêwîst e kar li ser wê yekê bikî ku Tirkiye êrişên xwe yên li Bakurê Sûriyeyê rawestîne."

Niha projeyasa li ber destê lijneyên Parlamentoya Almanyayê ye da ku gotûbêj bikin û di rûniştinên bê de biryar li serê bê dayîn berî ku erkê hêzên Almanyayê 31ê Çiriya Pêşînê bi dawî bibe.