Li paytexta Ozbekistanê teqîneke bihêz

28-09-2023
Nîşan Ozbekistan Taşkent Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Taşkenta paytexta Ozbekistanê teqîneke bihêz rû da.

Hat ragihandin ku teqînê di depoya şirketekê de rû daye.

Di encama teqînê de kesek mir û 163 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Rewşên Awarte ya Ozbekistanê, li navçeya Sergeliyê ya Taşkentê, di depoya şirketekê de ji ber sedemeke nediyar teqînek çêbû.

Hat ragihandin ku ku dengê teqînê ji gelek deverên bajêr hatiye bihîstin.

Tîmên agirvemirandinê ji bo vemirandina agir çûn cihê bûyerê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di encama teqînê de kesek mir û 163 kes ji birîndar bûn.

Herwiha Wezaretê diyar kir ku 24 ji birîndar rakirine nexweşxaneyê û yên din jî li cihê bûyerê hatine dermankirin.

Di daxuyaniya Serokwezîriyê de jî hat diyarkirin ku Serokwezîr Abdulla Arîpov çûye cihê bûyerê û lêkolîn kiriye.

Serokwezîriyê destnîşan kir ku bo alîkariya kesên di teqînê de zerer gihiştiye wan komîsyoneke alîkariyê hat avakirin.

Ev komîsyon, ji aliyê komîsyoneke hikûmetê ya bi pêşengiya Serokwezîr Açilbay Ramatove de hatiye avakirin.

Li aliyê din, amaje pê hat kirin ku biryara avakirina komîsyonê bi fermana Serokkomarê Ozbekistanê Şevket Mirziyoyev ve hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst