Topa hewanê di malê de teqiya: 8 kes mirin

28-09-2023
Nîşan Topa Hewanê Pakistan Mal Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Sîndê ya Pakistanê di malekê de topa hewanê teqiya û 5 jê zarok 8 kes mirin, 5 kes birîndar bûn.

Li gor nûçeya têlevîzyona Geo Newsê, li Kandkota herêma Sîndê di malekê de topa hewanê teqiya.

Di teqînê de 5 jê zarok 8 kes mirin, 5 kes birîndar bûn.

Li gorî gotina rayedaran, ferdên malê ji bo ku bifiroşin û pê debara xwe bikin, xurdeyan berhev dikin.

Wan topa hewanê jî li cihekî dîyine û aniye malê.

Dema wan topa hewanê ji hev perçe kiriye jî hewan teqiyaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst