Çînê helwesta xwe li dijî hebûna hêzên Amerîkayê li Sûriyê tund dike

Hewlêr (Rûdaw) - Çîn helwesta xwe li dijî hebûna hêzên Amerîkî li Sûriyê tund dike û Amerîka û HSDê bi dizîn û talankirina serwet û samanên Sûriyê tohmetbar dikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Wang Wenbin, dibêje ku hêzên Amerîka rojane 66 hezar bermîl neft ji Sûriyê dibe.

Roj bi roj Çîn helwesta xwe li dijî hebûna hêzên Amewrîkî li Sûriyê tund dike û heman helwesta hikûmeta Sûrî nîşan dide.

Piştî demeke dirêj ji bêdengiya Çînê, di nava çend roj, heftiyên borî de, berpirsên Çînê hêzên Amerîka li Sûriyê û Hevpeymanên wê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi dîzî û talankirina serwet û samanên Sûriyê tohmetbar dikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Wang Wenbin got "Wezareta Petrol û berhemên jêrzemîn a Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku wî welatî di nîvê destpêka îsal de rojane bi giştî 83 hezar û 300 bermîl petrol hildiberîne; ji %82 ê petrolê ku 66 hezar bermîl e, ji aliyê hêzên Amerîkî û hêzên destekê didin wan ve hatiye birin. Di heman demê de behsa wê yekê hatiye kirin ku ji meha Tebaxê ve Amerîka 10 caran bi petrola Sûriyeyê qaçaxçîtî kiriye û 800 tanker şandiye baregehên Amerîkayê yên li derveyî Sûriyê."

Berî şerê Sûriyê, pêwendiyên aborî û bazirganî yên Çîn û Sûriyê pir geş dibûn. Qebareya bevguhertina bazirganî ji 30 milyar Lîreyên Sûrî di dala 2005ê de gihşte 37 milyar û 800 milyon Lîre di sals 2006ê de.

Roja 12ê Çilleyê 2022ê, Sûriyê û Çînê bîrnameya hevtêgihiştê îmze kirin da ku Sûriyê tevlî destpêşxeriya Çînê ya bi navê "Kember û Rê " bibe ku Çnê dê 1 Trilyon Dolar ji bo geşepêdana stratejîk li Orasya û Efrîqa xerç bike.