Baca Xewna Serxwebûnê: Nagorno-Qerebax
Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera herdu welatên Azerbayican û Ermenistanê şer berdewam e.Şerê wan li ser herêma Nagorno-Qerebaxê ye ku sala 1991ê cudabûna xwe ji Azerbaycanê ragihand ku piraniya xelkê wê Ermen in, berî ragihandina serxwebûnê Nagorno-Qerebaxê hewl da tevlî Ermenistanê bibe, lê ev hewl biser neket.
Herdu welatên Azerbaycan û Ermenistanê herêma Nagorno-Qerebaxê bi xaka xwe dizan in, lê niha şer gihiştiye astekî bilind.
Nêzîka 150 hezar Ermeniyên li Herêma Nagorno-Qerebax ku rûberê wê kêmî 12 hezar kilometer çargoşe ye.
Serokê Yekîtiya Sovyeta Berê Mikhaïl Gorbatchev gotibû: “Welatiyên min, di encama vê rewşa ku qewimiye de û ragihandina serxwebûnê ji aliyê çend welatan ve, ez dest ji erkê xwe berdidim wek Serokê Yekîtiya Sovyetê.”
Cîhan bi vê daxuyaniya Gorbaçêv şok bû, herçiqas berî daxuyaniya Gorbaçêv, bi sedan miyon kes ji gelên bin destê welatên Sovyetê bo nêzîka 70 salan hatibûn hepiskirin û nêzîka 15 welatên Sovyeta Berê serxwebûn wergirtin. Yek ji wan ku hewla serxwebûnê dan, Ermeniyên nav Herêma Nagorno-Qerebax li welatê Azerbaycanê navçeya Kafkasê bûn.
Nêzîka 150 hezar Ermeniyên li Herêma Nagorno-Qerebax ku rûberê wê kêmî 12 hezar kilometer kare ye, destpêkê hewl dan xwe bixin ser Ermenîstanê, lê hewldana wan biser neket û piştre di 10ê Kanûna 1991an de cudabûna ji Azerbaycanê û serxwebûna xwe bi nave Komara Artsax (Artsakh) ragihandin. Komara Artsax an herêma bilindahiyên Nagorno-Qerebax ji aliyê ti welatekî ve îtîraf pê nehat kirin di nav civaka navdewletî de wek beşek ji axa Azerbaycanê tê naskirin.
Azerbaycan li dijî pêngava Ermeniyan rawestiya û hewl da bi rêya serbazî dawî li komara wan bîne. Lê Ermenîstanê piştgiriya leşkerî pêşkêşî Ermeniyên Nagorno-Qerebaxê kir û balansa şer veguherî berjewendiya Ermeniyan. Herêma Nagorno-Qerebax ji bakur û rojhilat ve sînorê wê ligel Azerbaycan heye, li rojava ligel Ermenîstanê û ji başûr ve ligel Îranê.
Şer û pevçûnên serbazê yên navbera Ermenî û Azeriyên Azerbaycaê de ji sala 1988an ve destpê kiribû, rûbirûbûnên serbazî di sala 1994an de bidawî bûn û têde ji herdu aliyan zêdeyî 30 hezar kes hatin kuştin. Lê danûstandin qet berdewam nedibûn, gelek caran binpêkirin çêdibûn şerê sînordar li ser sînoran destpê dikir.
Ermeniyên Herêma Nagorno-Qerebaxê bi tevahî tevlî rewşa siyasî, aborî, civakî û kulturî ya welatê Ermenîstanê bûne, vê jî wiha kiriye Ermenîstan beşekî serekî yê milmilaneyên serbazî yên herêmê be ligel Azerbaycanê, hevdem Tirkiyê piştgiriya xwe bo Azerbaycanê qet veneşartiye. Zêdebûna aloziyan bû sedema karvedana welatên rojava û Komleya Minks bi serokatiya Amerîka, Rûsya, Fransa û endamtiya Azerbaycan, Ermenîstan, Tirkiye û çend welatên rojava hat damezrandin.
Fransiyan wek nûnertiya welatên Yekîtiya Ewropayê tekez li ser girîngiya zindîhiştina gotûbêjên aştiyê dikirin.
Serokê Berê Yê Fransayê François Hollande jî gotibû: “Derbarê Nagorno-Qerebaxê de, wek berê jî min gotiye ev rewşa ku niha heye ne baş e û gelek risk têde ne, lewra em bi hêvî ne gotûbêj destpê bikin. Fransa wek endamê serokatiya Komeleya Minsk dixwaze bi hevbeşî ligel Amerîka û Rûsyayê piştgiriyê li vê proseyê bike.”
Lê ligel hewlên herêmî, pirsgirêkên dîrokî yên navbera Ermenîstan û Azerbaycanê rê û rêbaza bûyeran ber bi pevçûnên serbazî ve dibirin û di sala 2016an de şer û pevçûneke mezin a serbazî di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de qewimî û zêdeyî 110 kesên sivîl û serbazî ji herdu aliyan hatin kuştin.
Navçeya kafkas navçeyeke stratejîk e ku wek xeta veguhestina petrol û gaza deverê bo Ewropa û bazarên din ên cîhanê tê hesab kirin. Amerîkîkiyan ku peywendiyeke wan a qedîm ligel Ermeniyan heye, di serdaneke Rawêjkarê Berê yê Koşka Spî ya Amerîkayê bo Karûbarê Asayîşa Neteweyî de, ew rastî piştrast kirin.
Rawêjkarê Berê yê Serokê Amerîkayê Bo Karûbarê Asayîşa Neteweyî John Bolton jî wiha axivî bû: “Min ji serokwezîr û yên din re jî got ku Amerîka peywendiyên ligel Ermenîstanê wek karê serekî dibîne û ev navçe di warê stratejîk de bo Amerîkayê gelekî girîntg e. Em qelekî dixwazin krîza Nagorno-Qerebaxê bê çareserkirin hem bi rêya pêgeha me wek endamê Desteya Serokatiya Komeleya Minsk û herwiha rêyên din ên dîplomatîk li pişt deriyên girtî.”
Ji şerê 2016ê ve êdî navçe hinekî aram bû, lê baweriya xelkê navçeyên sînorî bi asayîşa deverê nemaye û pêleke koçkirinê bo dûrxetina ji xetên şer destpê kiriye.
Akinciyê Gundê Talîş li Sînorê Navbera Nagorno-Qerebax û Azerbaycan Vilen Petrosyan jî dibêje: “Berî şerê Nîsana 2016ê û têkçûna rewşê, akinciyên gundê me 570 kes bûn, niha tenê 50-60 kes mane.”
Piştî çar sal şerekî sar ê ser sînoran, careke din Azerbaycan û Ermenîstanê li ser Herêma Nagorno-Qerebax dest bi şerê mûşek, bordûman û topbarankirinê kirine û her aliyek beramberê xwe bi destpêkerê şer tohmetbar dike.
Serokê Azerbaycanê Ilham Aliyev jî got: “Azerbaycanê ti kiryareke bêzarkirinê nekiriye lê berevanî li berjewendiyên xwe kiriye. Me çendîn car dubare kiriye ku Nagorno-Qerebax axa resen a dîrokî ya Azerbaycanê ye û ew jî rastî ye. Ermenîstan dewleteke dagîrker e, divê ew dagîrkeriya wê bidawî bibe û dawî jî lê tê anîn. Em li ser rêya rast in, doza me rast e û biser jî dikevin. Nagorno-Qerebax ya me ye, Nagorno-Qerebax Azerbaycan e.”
Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Pashinyan jî dibêje: “Derketina şerekî berfireh li navçeya başûrê Kafkasê ku niha dibînin, dibe bibe sedema encamên nepêşbînîkirî ku dibe ji sînorên vê deverê jî derbas bibe û gefê jî li asayîş û aramiya navdewletî bike. Ez daxwazê ji civaka navdewletî dikim karekî bike bo wêya rêgiriyê li zêdetir desttêwerdana Tirkiyê li vê navçeyê bike ku bêguman bûye sedema nearamiyê li deverê.”
Tirkiye bi şandina çekdarên Sûriyê, çek û firokeyên bê firokevan bo piştgirîkirina Azerbaycanê tê tohmetbar kirin, Ermenîstan jî bi şandina serbaz, tank û teqemaniyê, piştgiriya xwe bo Ermeniyên Nagorno-Qerebaxê tekez kiriye.
Di navbera mijûlbûna Rûsyayê bi Belarûsê ve û Amerîka bi hilbijartina serokatiyê ve, çarenivîsa Ermeniyên Nagorno-Qerebax di jêr rehma hêza serbazî ya welatên navçeyê û balansa berjewendiyên navdewletî de dimîne.