New York Times: Trump di 2016 û 2017ê de tenê 750 dolar bac daye hikûmetê

28-09-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameya New York Times a Amerîkî ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di herdu salên 2016 û 2017an de tenê 750 dolar wek bac daye hikûmetê.

Rojnameyê wek ragihandiye lîsteya bacên 20 salên derbasbûyî ya Trump ketiye destê wê û dibêje, di dema 15 salên borî de Trump bi kêmanî 10 salan ti bacek nedaye hikûmetê û lîste pêşan didin ku Trump xwe ji bacê vedidize.

Trump nûçe bi tevahî red kir û ragihand ku tişta hatiye belavkirin derew e û ne lîste ye.

Trump got: “Ya rast min bac daye û di van nêzîkan de ku lîsteya bacên xwe eşkere dikim, rastî derdikevin holê.”

Ev yek di demekê de tê ragihandin, ku rikeberiya navbera Donald Trump û Joe Biden tundtir bûye

Li gor rapirsiyên ku medyayên amerîkî belav kirine, herî dawî Joe Biden berbijêrê demokratan çend xalan ji Donald Trump, berbijêrê komariyan û serokê niha yê Amerîkayê li pêş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst