Jeffrey: Ji bo derxistina Îranê ji Sûriyê emê hêza leşkerî bikar neynin

New York (Rûdaw) – Nûnerê taybetî yê rêveberiya Trump bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey li ser pirsekî Rûdawê ragihand, ku ji bo derxistina Îranê ji Sûriyê ew dê hêza leşkerî bikar neynin.


Êvara roja Pênşemê (28-092018) li New Yorkê li ser vexwendina Wezareta Derve ya Amerîkayê, hejmareke rojnamevanan beşdarî civîna berpirsê yekem ê rêveberiya Trump bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey bûn.

 

Piştî hevdîtina li gel wezîrên derve yê welatên hevpeymanên Amerîkayê, Jammes Jeffrey derbarê stratejiya Amerîkayê ya li ser Sûriyê de ji rojnamevanan re axivî.

 

James Jeffrey got: “Hûn dizanin plana îranî û rûsan çi bû? Bi nêrîna min dixwestin di nîvê dala 2018ê wiha be; êrîşeke leşkerî dest pê bikin, Amerîka leşkerên xwe vekişe. Xwe wesa nîşan bidin ku beşdarî proseya siyasî dibin lê De Mîstûra carna li New Yorkê û carna jî li Cinêvê weke ku tiştek nebûye, raporan pêşkeş bike. Di heman demê de bi şer tevahiya Sûriyê kontrol bikin û bêjin vaye rejîmê tevahiya Sûriyê kontrol kir û êdî divê em vê rastiyê qebûl bikin.”

 

Jeffrey eşkere kir, ku ev plan sernekeft û serkeftî jî  nabe. Jeffrey herwiha behsa stratejiya Amerîkayê ya li Sûriyê jî kir lê behsa Kurdên Rojava nekir.

 

Nûnerê taybetî yê rêveberiya Trump bo karûbarên Sûriyê di vê derbarê de got: “Em di wê baweriyê de ne, ku pêwîste hemû gelên Sûriyê, di nav de xelkê bakurê rojhilatê Sûriyê jî pêwîste beşdrî proseya siyasî bibin.”

 

Di bersiva pirseke Rûdawê de bêyî ku peyva “Kurd” bikar bîne, James Jeffrey got: “Heta piştrast bin ku DAIŞ hatiye têkbirin dê Amerîka li Sûriyê bimîne.” Herwiha tekez kir, ku vekişandina hêzên Amerîkayê jî nayê wê wateyê ku bi şêweyên din rola wan li Sûriyê nabe.

 

Li ser pirsa Rûdawê ya, “Plana Amerîkayê çi ye ji bo Îranê neçar bike daku hêzên xwe vekişe?” Jeffrey got: “Plan hemû li ser guvaşa siyasî ye. Ne em û ne jî rûs ji bo derxistina Îranê ji Sûriyê hêza leşkerî bikar naynin.”

 

Heriwha Jeffrey tekez kir, nîgeraniya sereke ya Amerîkayê ew e, ku hebûna hêzên Îranê li Sûriyê ji bo armancên din e, ne ji bo alîkarîkirina rejîma Sûriyê.

 

Derbarê proseya siyasî ya Sûriyê jî James Jeffrey pir bi bawer bû, ku bi tevî nerazîbûna Rûsyayê jî Stephan de Mîstûra dê di dawiya meha Cotmehê de navê endamên komîsyona dariştina destûra Sûriyê ragihîne.