Berdevkê NYyê ji Rûdawê re: Divê hemû dewlet welatiyên xwe yên li kampên Sûriye û Îraqê wergirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric got, li ser jin û zarokên DAIŞiyan ên ku li kampên Sûriye û Îraqê dimînin axivî:

"Divê welatên cîhanê hest bi berpirsiyariyê bikin"

Stephane Dujarric bangî welatên ku welatiyên wan li van kampan dimînin kir û got:

“Em ji welatan dixwazin welatiyên xwe yên li kampên Sûriye û Îraqê wergirin.

Bi hezaran jin, zarok û malbatên DAIŞiyan ên biyanî li kampên Rojavayê Kurdistanê û Îraqê dimîn.

Divê welatên cîhanê hest bi berpirsiyariyê bikin, bi taybetî jî li hemberî malbat, jin û zarokên ku li kampên Sûriye û Îraqê dimînin.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê Sînan Tuncdemîr da.

Rûdaw: Pirsa min derbarê Sûrîye û DAIŞê de ye. Pirsgirêka terorîstên DAIŞê yên biyanî ku di girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de tên girtin pirsgirêkeke pir mezin û tevlîhev e. Tu çi difikirî ango Netweyên Yekbûyî (NY) ji dewletan dixwaze ku bila berpirsiyariya xwe nîşan bidin û endamên DAIŞê wergirin û li welatên xwe darizandinê bikin. Li gorî NYyê çareserî çî ye ?

Stephane Dujarric: Pirsgirêk gelekî girîng e. Ji ber vê yekê jî me bi awayekî zelal got ku divê ew dewlet berpirsiyariya xwe ji bo welatiyên xwe nîşan bidin.

Bi taybetî jî ji bo malbat, jin û zarokên ku li paş de mane yên ku li kampên li Sûriye û Îraqê dimînin. Hin dewletan welatiyên xwe wergirtin lê gelekî girîng e ku divê hemû dewlet welatiyên xwe wergirin.