Jineke ji Mehabadê serpereştiya geşteke fezayê ya NASA-SpaceXê dike

28-08-2023
RÛDAW
Space Xê 4 astronot şandin Stasyona Fezayê ya Navneteweyî
Space Xê 4 astronot şandin Stasyona Fezayê ya Navneteweyî
Nîşan NASA SpaceX Jasmin Moghbelî Astronota Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Astronota ji Mehabadê Jasmin Moghbelî serpereştiya geşteke fezayê ya hevpar a NASA-SpaceXê dike.

Jasmin Moghbelî bi vê geşta xwe bû yekemîn kesa ji Mehabada Rojhilatê Kurdistanê derketiye fezayê.

Roja şemiyê Daîreya Hewayî û Fezayê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) û Kompanyaya veguhastina fezayê SpaceXa Elon Musk, 4 astronot şandin Stasyona Fezayê ya Navneteweyî.

Kapsula "Crew Dragon" ku 4 astronot tê de ne ji bo pêkanîna mîsyona "Crew-7"ê ya NASAyê bi rokêta Falcon 9ê ya SpaceXê ji Stasyona Fezayê ya Kennedyê ya li Floridaya Amerîkayê hatibû şandin.

Yek ji wan astronot Jasmin Moghbeliya ya 40 salî ye ku bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye.

Jasmin Moghbelî serpereştiya wê geşta fezayê ya hevbeş a NASA-SpaceXê dike.

Ev xeyala min bû

Jasmin Moghbelî diyar kir ku wê ji zarokatiya xwe xwestiye bibe astronot û got:

“Ji hemû xwendekarên pola şeşan hat pirsîn ka ew dixwazin di paşerojê de bibin çi. Bersiva min ev bû: Ez dixwazim bibim astronot.”

Dayîka Jasmin Frîste û bavê wê Kamî Muqbilî sala 1979an ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê koçî Almanyayê kiriye.

Jasmin Mobilî 24ê Hezîrana 1983yan li bajarê Bad Nauheimê yê Almanyayê ji dayik bûye.

Malbat Jasmin Moghbelî piştî şoreşa Îslamî ya Îranê berê xwe daye Amerîkayê.

Malbat li bajarokê Baldwinê yê New Yorkê bi cih dibe û Jasmin Moghbelî dibistana seretayî û navîn li heman bajarokî dixwîne.

Jasmin Moghbelî Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusettsê ya Amerîkayê diqedîne û sala 2017an wekî astoronata NASAyê tê hilbijartin.

Jasmin Moghbelî 

Di tîma ku Jasmin Moghbeliya ji NASAyê pêşengiya wê dike de, ji Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) Andreas Mogensenê Danîmarkî, ji Ajansa Keşfa Feza û Hewayê ya Japonyayê (JAXA) Satoshi Furukawa û ji Ajansa Fezayê ya Federal a Rûsyayê kozmonot Konstantin Borisov cih girt.

Kapsula Crew Dragonê ya ku muretebat tê de bûn ji roketa Falcon 9ê veqetiya û ber bi Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) ve diçe.

Herwiha tê pêşbînîkirin ku tîma nû nêzikî 190 rojî li stasyonê bimîne.  

Dê tîma nû di nava 5 rojan de derbasî cihê tîma berê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst