Xwebexşên Çeçen piştevaniya hêzên Ukraynî dikin

28-08-2022
Mihemed Ibrahîm
Xwebexşên Çeçen piştevaniya hêzên Ukraynî dikin
Xwebexşên Çeçen piştevaniya hêzên Ukraynî dikin
Nîşan Çeçenistan Ukrayna Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpek xwebexşên Çeçanî li Ukraynayê, rahênanê li ser bikaranîna klaşînkofê dikin, daku ligel artêşa Ukraynayê beşdarî şerê dijî hêzên Rûsî bibin.

Şervanê Çeçen Maga dibêje "Em şerê heman dijminî dikin, yê ku di du şeran de xelkê me li Çeçenistanê kuştin. Niha heman dijmin li Ukraynayê xelkê wê dikuje."

Ev grûpa ku dinavbera 300-400 kesan de ye ser bi Ketîbeya Dodayiv e, bi navê fermandarê Çeçenistanê yê koçkirî Cewher Dodayiv e ku şerê Rûsyayê kiribû ji bo serxwebûna welatê xwe. Herwiha dijî hikûmeta Serokê Çeçenistanê Remezan Qedîrov in ku piştîvaniya Rûsyayê dike di şer de û gelek caran hêzên xwe ji bo şer şandine.

Şervanê Çeçan Tor got "Ew dê berdewam be eger em rê li wî negirin. Divê hemû cîhan bizanibe ku prisgirêk ne di navbera Ukrayna û Rûsyayê de ye, lê di navbera Rûsya û hemû cîhanê de ye."

Li gorî hikûmeta Ukraynayê li gel 22,000 xwebexşên Ukraynî, derdora 1000 xwebexşên biyanî ligel hêzên wan hene.

Rûsya dibêje hejmara kesên ligel artêşa Ukraynayê şerê wan dikin di navbera 3500 - 6600 kesan de ye.

Berî niha berpirsên Amerîkî ragihandibûn ku li Ukraynayê nêzîka 1000 kesên ser bi grûpa Wagner alîkariya Rûsyayê dikin.

Tevî ku hejmara kesên ji Çeçenistanê yên ku piştîvaniya atêşa Ukraynayê dikin nehatiye eşkerekirin, lê Ukrayna dibêje derdora hezar û 200 kes ji alîgirên Serokê Çeçenistanê Remezan Qedîrov alîkariya hêzên Rûsî dikin di şerê wan ê Ukraynayê de.

Rûsyayê du caran êrîşî Çeçenistanê kiribû û li dijî serxwebûna wê rawestiya bû. Yekem car sala 1994an, li dijî Cewher Dodayiv bû piştî jihevketina Yekîtiya Sovyetê. 2009an jî Rûsyayê dest danî ser Grozny a paytexta Çeçenistanê û dawî li şerê navxweyî anî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst