Barhilgir ket nava festîvalê: Gelek mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bajarê Roterdamê ya Hollandayê barhilgirek ket nav festîvala barbekuyê di encamê de herî kêm 3 kes mirin û gelek kesên din jî birîndar bûn.

Li gor ajansa nûçeyan a Holandî NOS, demek kin piştî demjimêr 6ê danê êvarê roja Şemiyê li gundê Nieuw-Beijerlandê yê nêzikî bajarê Roterdamê barhilgirek ji rê derker û ket nav festîvala barbekuye.

NOS ragihand ku di encama bûyerê de heta niha 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kesên ku beşdarî festivala barbekuyê bûne birîndar bûne û birîndar bi helîkopter û ambûlansan rakirin nexweşxaneyê.

Heman çavkaniyê ragihand şofêre barhilgirê yê Îspanî yê 46 salî ku bê birîn ji bûyerê rizgar bûye ji aliyê polîsên Holandî hatiye desteserkirin û di derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

Şaredar Charlie Aptroot ji NOSê re axivî û got "Li vir, li Nieuw-Bejerland, civakek gundî ya pir nêzikî hev heye. Ev trajedî ji bo niştecîhan bû derbeyek xedar. Mirov dixwazin bizanin ka xizm an hevalên wan ên nêzîk çawa nin. Lê belê heta niha ti nêrîneke bi temamî tuneye.”

Niştecihekî xwecihî got ku nêzîkî 100 kes ji bo festîvala ku ji aliyê komeleyek ve hatî organîze kirin xwe tomar kirine.