Aynur Dogan hêjayî Xelata WOMEX 2021an hat dîtin

28-08-2021
RÛDAW
Nîşan Aynur Dogan WOMEX Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşangeha Muzîkê ya Cîhanî WOMEX ragihand ku wê xelata hunermendê ya 2021an bide hunermenda Kurd a navdar Aynur Dogan.

Muzîkjen û stranbêja Kurd Aynur Dogan hêjayî Xelata Hunermendê WOMEX 2021 a Pêşangeha Muzîkê ya Cîhanî hat dîtîn.

Hat diyarkirin ku "Demeke dirêjê ji ber dilsoziya Aynûr Dogan a ji bo parastin û nûkirina çanda Kurd û Elewiyan, bi hunerî li pêşberî zexta siyasî rawestandin û dema vê dike, ji her kesê ku li dijî yên hewl didin wan bêdeng bikin distire re dibe model" bû sedemên giring ên ku wê hêjayî xelatê dîtin.

Hunermenda Kurd Aynur Dogan li ser hesabê xwe yê Twitterê wergirtina xelatê da ragihand û wiha got “Yek ji gavên herî girîng ên rêwîtiya min a muzîkê dîsa di sala 2006an de bi WOME-ê dest pê kir. WOMEX, mezintirîn pêşangeha navneteweyî ya muzîkê ye, ez hêjayî xelata hunermendiyê ya 2021-an dîtim, ez bi vê gelek şanaz im! Min xwest ku ez vê bextewariya xwe bi we re parve bikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst