Polîsê Yunanê li ser daxwaza Îranê koçberekî Kurd desteser kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li ser daxwaza Îranê, polîsê Yunanê koçberekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê desteser kiriye û egera wê yekê heye ku Yunan wî koçberê Kurd radestî Îranê bike.
Navenda Mafên Mirov bo Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ew bû çend roj ku polîsê Yunanê li bajarê Tsalonîk, koçberekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Celal Pîrotî desteser kirine.
Celal Pîrotî 45 salî û xelkê bajarê Şino li parêzgeha Urmiyê ye.
Li gor Navenda Mafên Mirov bo Rojhilatê Kurdistanê, wî koçberê Kurd di sala 2012 de bi sedemên siyasî neçar bûye Rojhilatê Kurdistanê biterikîne û ji hingê ve li Tirkiyê niştecih bûye.
Celal Pîrotî li ofîsa Netewên Yekgirtî li Tirkiyê navê xwe tomar kiriye, daku bo welatê sêyem bihê şandin, lê belê piştî 8 salan Netewên Yekgirtî ew neşandiye ti welatekî, lewma berî çend mehan li gel keça xwe ya 18 salî ya bi navê Hawjîn Pîrotî çûne Yunanê.
Navenda Mafên Mirov bo Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye, di dema desteserkirinê de polîsê Yunanê ji wî koçberê Kurd re gotiye, ku Îranê daxwaz ji polîsê navdewletî Interpolê kiriye ku wî desteser û radest bikin.
Celal Pîrotî ji aliyê Îranê ve bi hevkarî û endambûna di partiyeke siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê de hatiye tometbarkirin û gefagirtinê li ser e.
Navenda Mafên Mirov bo Rojhilatê Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember desteserkirin û rewşa Celal Pîrotî nîşan daye û daxwaz ji tevahiya rêxistinên mafên mirovan dike, ku nehêlin Pîrotî ji aliyê Yunanê ve radestî hikûmeta Îranê bihê kirin.
Ew navend tekez dike, di egera radestkirinê de, metirsiyeke ciddî li ser jiyana koçberê Kurd Celal Pîrotî heye.