Kamala Harrisê di hefteya yekem de 200 milyon dolar kom kir

28-07-2024
RÛDAW
Nîşan Kamala Harris Kampanya Amerîka Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara Serokê Amerîkayê Kamala Harrisê ya ku Serokê Amerîkayê Joe Biden ji milmilaneya serokatiyê veşikiya û ew ji bo şûna xwe pêşniyaz kir, di hefteya yekem a kampanyaya hilbijartinê de 200 milyon dolar kom kir.

Di daxuyaniya tîma Kamala Harrisê de hat diyarkirin, li gorî amarên dawî, ji sedî 66ê pereyan hat komkirin.

Tê gotin ku Kamala Harris dê bi îhtimaleke mizin ji bo hilbijartina serokatiyê ya 5ê Çiriya Paşînê bibe namzeda Demokratan.

Kamala Harissê di hefteya yekem a kampanyaya xwe ya hilbijartinê de 200 milyon dolar kom kir û her wiha qedera 170 hezar kesî jî ji bo piştevaniyê wekî xwebexş xwe qeydî kampanyayê kir.

Harrisê piştî ku Biden ew wekî namzed nîşan dabû, di nava 24 saetan de 81 milyon dolar alîkarî kom kiribû ku ev amar, wekî amara bexşîna herî bilind ketibû nav qeydan ku di nava 24 saetan de hat komkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst