Rostov hate mûşekbarankirin: 15 kes birîndar in

28-07-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Rostov Rûsya Ukrayna
A+ A-

Moscow (Rûdaw) -  Herêma Rostovê ya Rûsyayê hate mûşekbarankirin. Mûşekek li navenda bajarê Taganrogê û ya din jî li nahiyeya Azovê ket û di encamê de 15 kes birîndar bûn.

Parêzgarê herêma Rostovê Vasily Golubev ragihand ku her du mûşek jî ji aliyê Sîstema Parastina Hewayî ya Rûsyayê ve hatine xistin. 

Hate ragihandin ku li navenda Taganrogê di encamê êrişê mûşekî de teqîneke mezin çêbûye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî bûyer weke ketina bermahiyên roketekê bi nav kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê piştre di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku “sîstema parastina hewayî ya S-200î bi mûşekan xistine” û parçeyên wan li herêmeke vala ketine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Ukrayna wek berpirsyarê êrişê ragihand.

Parêzgarê Rostovê Vasily Golubev ragihand ku di encama teqînan de 15 kes birîndar bûne û pizîşkan ew derman kirine.

Vasily Golubev herwiha destnîşan kir ku teqînek li qada Muzexaneya Hunerê ya Taganrogê rû daye, dîwarê avahiyê û banê garajekê hilweşiyane, pencere û balkonên çend avahiyan jî şikestine. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst