Dadgeha Almanya îro biryara xwe derbarê 10 endamên TKP de aşkere dike

28-07-2020
RÛDAW
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Almanya Dadgeha Bilind a Munchenê biryara xwe derbarê 10 kes ji endamên Partiya Komunîsta Tirkiyê de aşkere dike, ku piraniya tometbaran xelkê Bakurê Kurdistanê ne.

Doza li dijî wan endamên Partiya Komunîst a Tirkiyê li Almanya, çar sal bû ku berdewam bû. Proseya dadgehîkirina wan kesan li Dadgeha Bilind a Munchenê birêve çû û yek ji wan 10 tometbaran jin e.

Ew kes bi “endambûna di rêxistineke terorîstî ya biyanî de li Almanya”, “damezrandina baskê derveyî welat a rêxistinê” û “piştgiriya darayî ya rêxistinê” hatine tometbarkirin.

Ew tometbar sala 2015an hatin girtin û piştî demekê hatin azadkirin, tenê kesek bi navê Muslim Elma bi girtî maye.

Li gor medyaya Almanyayê, parêzerên wan endamên TKP/M-L desthilata dadê ya Almanyayê bi wê yekê tometbar kirine ku “karûbarên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan” pêk tîne.

Tometbarê girtî, Muslim Elma ku 60 salî ye hatiye tometbarkirin ku ji sala 2004 ve berpirsê teşkîlata TKP/M-L li Almanya ye û bi komkirina 500 hezar euro piştgiriya darayî ya rêxistinê kiriye.

Dozgerê Giştî yê Federal li Almanya ji bo Muslim Elma daxwaza 6 sal û 9 meh cezayê zîndanê kiriye. Dozgerê Almanya herwiha ji bo 9 tometbarên din ên wê dosyeyê jî daxwaza cezayê zindanê di navbera 3,5 sal heta 5 salan de kiriye.

Partiya Komûnîsta Tirkiyê ku wek TKP/M-L tê naskirin di 24 Nîsana 1972 de ji aliyê Ibrahim Kaypakkaya ve hatiye damezrandin. TKP/M-L sala 1978 yekemîn kongreya xwe saz kir û sala 1981 kongreya xwe ya duyem saz kir, Tirkiyê di sala 2007ê de ew partî xiste nava lîsta rêxistinên terorîstî.

Artêşa Rizgarîxwaz a Gundî û Karkerên Tirkiyê TIKKO baskê wê yê çekdarî ye ku Elî Heyder Yildiz serkirdayetiya wê dike.

Çalakiyên wê zêdetir li Tirkiyê, Rojavayê Kurdistan û Ewropayê ne. TKP/M-L ragihand sala 2014an li Rojavayê Kurdistanê rûbirûyî DAIŞê bûye.

Du parlamenterên Partiya Çep a Almanyayê, Ulla Jelpke û Gokay Akbulut jî ragihandine, ku ji nêzîk ve doza wan 10 kesan dişopînin.

Herdu parlamenteran ragihandine, vekirina wê dozê dê bibe sedema handana Tirkiyê ku li dijî dijberên xwe yên çep û Kurd bi awayekî tundtir tevbigere.

Parêzerên tometbaran di daxuyaniyekê de berî ku dadgeh biryara xwe aşkere bike, ragihandine ku dozek wiha bêyî destûra Wezarewta Dadê ya Almanyayê nikare bihê vekirin û tekez kirine, vekirina wê dozê rê nîşanî Tirkiyê da ku li dijî dijberên xwe li derveyî welat dozan veke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst