Ji destpêka îsal ve hezar û 500 koçber di Derya Spî de xeniqîne
Navenda Nûçeyan - Komîseriya Bilind a Koçberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku ji destpêka îsal ve hezar û 500 koçber di Derya Spî de xeniqîne û rêya herî metirsîdar a koçkirinê jî rêya navbera Lîbya û Îtalyayê ye.
Li gor Komîseriya Bilind a Koçberan ya Neteweyên Yekbûyî, Îspanyayê cihê Îtalyayê girtiye û baştir dibînin. Herwiha ji destpêka îsal ve 21 hezar koçberan berê xwe dane wî welatî û ev rêjeya han jî zêdetir e ji wêya ku sala borî hatiye tomarkirin.
Komîseriya Koçberan dibêje ku ji destpêka îsal ve nêzîkî 55 hezar koçber gehiştine peravên başûrê Ewropa û berhevkirin ligel sala borî kêm bûye, ji ber di heman dema sala borî de gehiştibû zêdeyî 111 hezar û 753 koçberan.
Li gor wê rêxistinê, ji destpêka îsal ve Îtalya ku hikûmeta wê derî û bender li ber keştiyên koçberan girtine, pêşwazî li nêzîkî 18 hezar û 130 koçberan kiriye ku bi rêya deryayê ji Lîbyayê çûne wî welatî, yên din jî berê xwe dane Yûnanistan, Malta û Qibrisê.