“Armanca Tirkiyê girtina rê li pêşiya dewleteke kurdî ye”

28-07-2015
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Berdevkê karê derve ya Partiya Sosyaldemokrat a Almanyayê (SPD) Niels Annen Tirkiyê ji ber şerê wê yê li hemberî PKKê rexne kir û ragihand ku, armanca sereke ya siyaseta Tirkiyê ew e ku pêşî li dewleteke kurdî bigire.

Niels Annen wiha got: “Wiha xuya dike ku armanca sereke ya siyaseta Tirkiyê ew e ku pêşî li dewleteke kurdî bigire. Hikûmeta Tirkiyê bi şerê li hemberî kurdan şerê wê hêzê dike ku heta niha herî baş karîbûn DAIŞê paş bixe.”

Annen wiha domand: “Tirkiye li hemberî DAIŞê û li hemberî yên ku şerê DAIŞê dikin şer dike. Kanî stratejiya di vê yekê de?.”

Li aliyê din, li gor rojnameya almanî DIE WELT, serokê Lîjneya Derve ya Parlementoya Ewropayê Elmar Brok bang li Tirkiyê kiriye ku êdî biryara xwe ya li ser yek stratejiyê bide û nabe di heman demê de şerê DAIŞê û dijberên DAIŞê bike.

Brok daxwaza gavavêtineke dîplomatîk ji aliyê Yekîtiya Ewropayê, Yewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Tirkiyê kir, da ku li Rojhilata Navîn ew şer raweste.

Brok got ku di demên borî de Tirkiyê cihê xwepaşvekişandin û derbasbûna şervanên DAIŞê bû û divê hikûmeta Tirkiyê êdî bibîne ku DAIŞ dijminê wê yê sereke ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst